Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

8 sal cezayê girtinê bo hevwelatiyek Sinê

16:44 - 28 Nîsan 2012

Kurdistanemdia: Hevwelatiyek bajarê Sinê bi tometa hevkarî tev partiyek dijberî rejîmê bi 8 salan hepsê mehkûm bû.


Li gor nûeçyê “Mukrian”ê hevwelatiyek xelkê bajarê Sinê bi navê “Xebat Mihemedzade” bi tometa hevakrî tev partiyek dijberî rejîma îslamî a Îranê ji aliyê dadgehja Şoreşa îslamî a wî bajarî ve hikmê 16 salan hepsê bi ser de hat sepandin, lê di dadgeha pêdeçûnê de, hukmê wî bo 8 salan hat kêmkirin.
Li gor çavkaniyê, “Xebat Mihemedzade”, pêtirî 2 mehan e di girtîgehê de ye û niha jî di girtîgeha Nvanedî a bajarê Sinê de heyamê humkê xwe derbas dike.
Heyamek berî niha jî du hevwelatî li “Tengîser”ê bi tometa hevkarî tev partiyek dijberî rejîma îslamî a Îranê ji aliyê dadgeha Şoreş a bajarê Sinê ve bi 18 meh hepsê hatin mehkûmkirin û niha di girtîgehê de heyamê hukmê xwe derbas dikin.