Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Norwêjê rêz ji mamosta Hesen Şêweselî tekoşerê rêya azadiyê, hat girtin

21:39 - 9 Nîsan 2013

Kurdistanmedia: Heyeta komîteya Orîbiro a PDK Îranê, li welatê Norwêjê serdana mamosta Hesen Şêweselî kirin û rêz ji xebat û tekoşîna wî girtin.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, çend roj berî niha heyeta komîteya Orîbiro li serdanekê de rêz li xebat û tekoşîna mamosta Hesen Şêweselî tekoşerê kevnarê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê girtin.

4366.jpg

Mamosta Hesen Şêweselî Endamê Iftixarî yê Komîteya Nawendiya PDK Îranê, xweşhaliya xwe li vê serdanî der birî û basek pêywendî bi rewşa Kurd û herêma Rojhelata Mavîn pêşkeşê endamê komîtê kir.

Mamosta Hesen Şêweselî li gundê Şêweselî ji dayîk bûye.

- Li tevgera 46 – 47 (1967- 1968) beşdar bûye û her di vê salê de ji aaliyê rejîma Paşayetî hatiye girtin.

- Fermanê hêza Giyareng û şehîd Aware bûye.

- li çend kongiran de Endamê Komîteya Nawendiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bûye.

Mamosta Şêweselî roja 7’ê Çileya Pêşîn a 1987, bi pîlaneke rejîma Îslamiya Îranê bi tûndî birîndar bûye û sala 1995’an, paş kongireya 10’a PDK Îranê bi hiceta çareseriya pizişkî li welatê Norwêjê hetiye wergirtin.