Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştî 20 roj destbiserkirinê çarenivîsa wî nediyar e

21:57 - 28 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Mamostayê qutabxaneyek derdora bajarê Şinoyê ku heyamê 20 rojan e ji aliyê hêzên Îtilaatê ve hatiye destbiserkirin, heya niha çarenivîsa wî nerohn e.


Li gor rapora nûçegihaniya “Kurdpa”, “Ebdullwahîd Meirûfzade” kurê Resûl û xelkê bajarê Şino temen 27 salî, ku li gundên “Şêxan û Dêşems”ê wane digotin, berwar 5’ê Nîsana 2012’an di dema wanegotinê li qutabxaneyê de hat destbiserkirin.
Nûçegihaniya “Kurdpa” li zarê şahidhalekê eşkere kiriye ku piştî destbiserkirinê, navbirî dibin mala wî û keysa kompiyoter û hin pirtûkên şexsî ên dibin û bo îdareya Îtilaatê vegdiguhezin.
Li gor gotina wî şahidhalî, “Ebdullwahîd Meirûfzade” piştre bo Îtilaata bajarê Urmiyê tê veguheztin û di wê demê ve heya niha tevî serdana malabat wî bo navendên ewlekariyê tu zanyariyek li ser çarenivîsa wî di berdest de tune ye.
Navbirî tevî ku mamostayê qutabxaneyê bû, xwendekarê zanîngeha Beheştî a Tehranê jî bûye.
Li gor çavkaniyê heya amadekirina vî nûçeyî, ji sedemên destbiserkirina wî mamostayê Kurtd tu zanyariyek neketiye berdest.