Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rê û resma bidawîbûna dewreya 202’a seretayî ya Pêşmerge

17:14 - 29 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Rê û resma bidawîhatina derweya 202’a seretayî ya pêşmerge li Fêrgeha Siyasî – Nîzamî a PDK Îranê birêve çû.
Li gor rapora nûçegihanê Kurdistanmedia, berwar 29’ê Nîsana 2012’an, rê û resma dewreya 202’a dewreya seretayî ya Pêşmerge bi beşdariya hejmarek endamên rêberî, kadr û pêşmerge û malbatên wan li Fêrgeha Siyasî – Nîzamî a PDK Îranê birêve çû.
Rê û resmê bi sirûda netewî a “Ey Reqîb” destpê kir.

Beşda yekim a rê û resmên rêjeya nîzamî û hin livên rezmî û nîzamî ji aliyê bveşdarên dewreya 202’a pêşmerge ve birêve çû.
Beşa duyem a rê û resmê di hola rê û resmên Fêrgeha Siyasî - Nîzamî a partiyê de bi gotara birêz “Xalid Dervîje” Endamê Şêvirmend yê Komîteya Navnedî yê PDK Îranê destpê kir.

Navbirî di axaftina xwe de amaje bi demokratîzasyona welatên dîktatorlêdayî û rabûna netewên bindest ên Rojhilata Navîn û cigîrbûna demokrasiyê û lerzûkbûna desthilatên dîktator di deverê de kir.

Di beşek din de navbirî bas ji fetisandina dengên cuda û berfirehbûna refên dijberên rejîmê û zêdebûna diyardeyên qirêj ên civakî, cudahî di navbera ol û meseban de û rewşa nebaş a abûrî kir û got: Evane hemû roxana desthilata rejîma Îranê nêzîktir dike.

Di dirêjahiya rê û resmê de rapora dewreyê ji aliyê birêz “xalid Seferî” ve hat xwandin û peyama beşdarên dewreyê ji aliyê birêz “Yûsif Qurbanîfer” ve hat pêşkêşkirin.
Di dawiya rê û resmê de xelat bi ser serkevtiyên herî baş ên dewreyê de hatin parvekirin.
Di navbera birgeyên bernameyê de çend sitranek hatin pêşkêşkirin.