Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mamostayek bajarê Bokanê bo Îdareya Îtilaatê hat gazîkirin

22:45 - 29 Nîsan 2012

Kurdiostanmedia: Mamostayek qutabxaneyên bajarê Bokanê bo îdareya Îtilaata bajarê Bonakê hat gazîkirin û bibê tu tometek diyarîkirî hat destbiserkirin.
Li gor rapora nûçegihana “Mokrian”ê û li zarê kesek nêzîkî “Mewlûd Xunçezerd”, mamostayê zimanê Erebî li qutabxaneya Bonê ji aliyê îdareya Îtilaatê ve hat gazîkirin û piştre destbiser bû.
Li gor rapora han tu sedemên destbiserkirina wî mamostayê Kurd ji aliyê dezgehê qezayî yê bajarê Bokanê ve nehatiye ragihandin, lê tê gotin ku navbirî di pêwendî ligel meşên nerazîtiyê ên vê dawiyê li bajarê Bokanê hatiye destbiserkirin.
Her di vê pêwendiyê de li gor rapora nûçegihaniya “Kurdpa” mamostayek qutabxaneyên bajarê Şinoyê bi navê “Wahîd Meirûfzade”, berwar 5’ê Nîsana 2012’an hatiye destbiserkirin û heymê pêtirî 20 rojan e ji çarenivîsa wî tu zanyariyek di ber dest de tune ye.