Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du hevwelatiyên bajarê Banê hatin destbiserkirin

23:07 - 29 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Du hevwelatiyên Seqizî ji aliyê hêzên Ewlekariyê ên rejêma Îrabnê ve li bajarê Banê hatin destbiserkirin.
Li gor nûçegihaniya malpera “Kurdpa” du hevwelatiyên Kurd bi navên “Behmen Erdelan” û “Yûsif Ebdulî” xelkên gundê “Axkend”yê ser bi bajarê Seqizê ji aliyê hêzên Ewlekariyê ên rejîmê ve hatin destbiserkirin.
Di rapora han de hatiye ku malbatên wan destbiserkiriyan piştî seredana çendîn navendên ewlekariyên ên rejîmê, eşkere bûye ku kurên wan ji aliyê îdareya Îtilaata bajarê Banê ve hatine destbiserkirin.
Heya amadekirina vî nûçeyî ji sedemên destbiserkirina wan du hevwelatiyên Kurd ên bajarê Seqizê tu zanyariyek ji aliyê dezgehên ewlekariyê ên rejîmê ve nehatiye ragihandin.
Li gor çavkaniyê di dawiyên meha Adara îasal de heya niha, 28 hevwelatiyên Kurd bi tometên cur bi cur weke çalakên siyasî û çandî ji aliyê hêzên rejîma îslamî a Îranê ve hatine destbiserkirin.