Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka şehîdekî rêya rizgariya Kurdistanê koça dawî kir

16:28 - 29 Nîsan 2013

Kurdistanmedia: Dayîka şehîdekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li gundê “Arenan”a ser bi bajarê Sinê çû ber dilovaniya xwedê.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, xanima Meryem dayîka şehîd Selah Ehmedî şehîdê PDK Îranê seba nexweşiyê û pîrbûnê mal avayî ji jiyanê kir.

xanima Meryem li gundê Arenanê û derdurê wî bi jinekî Kurdperwer û welatperwer hatibû naskirin.

4560.jpg

Termê dayîka Meryem li gundê Arenanê teslîmê axê kirin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê serxweşiya xwe arasteyî malbat û kes û karên “xanima Meryem” dike û xwe di xem û kesera wan de bi şirîk dizane.

Riha wê şad