Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevwelatiyek bajarê Kamyaranê bi 3 sal hepsê hat mehkûmkirin

16:18 - 1 Gulan 2012

Kurdistanemdia: Dadgeha Şoreş a bajarê Sinê hevwelatiyek Kamyaranî bi tometa hevkarî tev partiyek dijberî rejîmê bi sê dalan hepsê mehkûm kir.


Li gor nûçegihaniya “Mukriyan”ê , taya yekem a dadgeha Şoreş a bajarê Sinê kesek bi navê “Seywan Sabîrî” xelkê gundê “Tîleko” ser bi bajarê Kamyaranê bi tometa hevkarî tev partiyek dijberî rejîmê bi sê salan hepsê mehkûm kir.
Seywan Sabirî ku 8 mehan berî niha ji aliyê hêzên ewlekariyê ên rejîmê ve hatibû destbiserkirin, bi sê salan hepsê hat mehkûmkirin û niha di girtîgeha Navendî a bajarê Sinê de heyamê hukmê xwe derbas dike.