Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Polîsê Îranê: “Bi Hêceta Biharê Biskên Xwe Dernexin”

13:54 - 2 Gulan 2012

Kurdistanemdia: Li jêr dirûşma “Bi Hêceta Biharê Biskên Xwe Dernexin” hezaran polîsên jin ketin ser şeqaman ku berbi rûyê jinên “Bêhicab” bibin.

Polîsên ku bi navê “polîsên exlaqî” xwe dane naskrin, tenê hişyarî nadin jinên ku kincên werza germê ji xwe dikin, belku bi caran pevçûn û riftarên fîzîkî “lêxistin” tev jinên ku li hember xwastên polîsan berxwe didin çêbûne, û vê yekê di ragihandina cîhanî de deng vedane.
Mehnaz Emîrxanî, Cihgirê Çandî Yê Zanîngeha Elzehra, nûçeyê berhevkrina kincên jinên misilman belav kir û got: Ew kinc ne tenê ên zanîngehê ne, belkî bo jinên seranserî welat in û zanîngehên din jî gerek di berhevkirina wan kincan de hevkarî bikin.
Li gor nûçegihaniya Mêhr, gelaleya berhevkirina kincên jinên bisilman bo wezareta Zanistê hatiye şandin û li benda diyarîkirina bodceyek taybet in ku dest bikar bibin.