Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşa hêzên Întizamî bo ser meşa kedkarên Sinê

13:57 - 2 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Hêzên Întizamî ên rejîmê êrîşî rêpîvan û meşên kedkaran li bajareê Sinê kirin û di navbera hêzên Întizamî û kedkaran de pevçûn çêbû.


Li gor rapora nûçegihaniya “Mukriyan”ê, demjimêr 6’ê êwara roja Sêşemî berwar 1’ê Gulanê, dehan kekdkarên bajarê Sinê bi boneya 1’ê Gulanê roja cîhanî a kedkaran bi civîn li şeqama Sîros û rêpîvan ber bi çarriya Sîros siloganên xwe qîrandin.
Her di destpêka rêpîvanê de hêzên Întizamî êrîş kirin ser xwenîşanderan û hewla jihev belavkirina wan dan.
828.jpg


Bi gotina şahidhalekê hejmarek ji hevwelatiyan di vê rêpîvanê de destbiser bûne.
Rejîma Îranê bi pêşgirî ji rêpîvana kedkarên bajarê Sinê, xincî binpêkirina çendîn madeyên daxuyaniya cîhanî a mafên mirovan û carnameya navnetewî a mafên sivîl û siyasî, esla 27’a yasaya bingehîn a Îranê jî ku bas ji “azadiya pêkanîna civîn û rêpîvanan” dike, binpê kiriye.