Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nemana 500 hezar kes di bazara karê Îranê de

17:27 - 2 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Di du salên derbasbûyî de li Îranê 500 hezar kes li hêza karî a Îranê kim bûye.


Li gor nûçegihaniya “Mêhr”ê, tevî îdiaya dabînkirina 4.1 milyon derfetên karî ji aliyê dewletê ve di salên 2010 û 2011’an de, di wî heyamî de 500 hezar kes ji xulyaqeta karî a Îranê kim kiriye ku amara han tevî bernameya dewletî di pêwendî li gel berhevkirina derfetên karî tebayî nine.
Li gor rapora han û berhevkirina 4 milyon û 100 hezar derfetên karî ji aliyê dewletê ve di du salên derbasbûyî de, çavnihêriya bêtirbûnek berbi çav a nirxa bêkariyê di Îranê de dihat kirin, lê amarên sala derbasbûyî tiştek wusan nadin xuyakirin.
Li gor amarên dewletî, nirxa bêkariyê di salên 2010 û 2011’an de 12.3 ji sedî hatibû ragihandin.
Lê “Ebdullriza Turabî” endamê Komîsyûna Abûrî a Meclisa rejîmê, nirxa rastîn a bêkariyê di sala 2011’an di Îêranê de pêtirî 30 ji sedî dide zanîn.