Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Sûriyê komkujî, Obama jî dixwaze gerrek din bibe Serokkomar

13:12 - 3 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Rojnameya “Washington Post” di mijarekê de bi amaje bi xwînrêjiya Sûriyê nivîsand, Barak Obama bi bêdengiya xwe li hember komkujiya Sûriyê riyek şaş girtiye ber xwe.

Rojnameya han nivîsand, dewleta Obama bi girtnebera riya bêdengiyê metirsiya ezmûnek tehl a din weke bûyerên Bosniyê zêde dike.

“Washington Post” herweha nivîsand, renge rojekê Serokkomarek Amerîkayê bêje, çawa bû ku em li hember wuha karesatekê di Sûriyê de bêdeng bûn? Bersiv ev e: Obama dixwaze cardin di hilbijartinên Serokkomariyê de serkevtin bidest bixe.

Pêtirî salek e ku xelkê Sûriyê bi meşên berfireh ên nerazîriyê xwazyarên guhertina desthilatê di welatê xwe de ne û nerazîtiya han bûye seba komkujiyên hovane ji aliyê rejîma Sûriyê ve, ku netewên Yekbûyî dibêje hêzên Beşar Esed pêtirî 9 hezar kesan kuştine û opozîsyona Sûriyê jî amara han bi pêtiî 12 hezar kesan dide zanîn.

Heyamek berî niha Kofî Ennan şandiyê “NY” û Yekîtiya Ereban gelaleyek ji bo bidawîanîna tund û tûjiyan di Sûriyê de pêşkêş bi Beşar Esed kir ku soz va bû li gor wê gelaleyê tund û tûjî di Sûriyê de bidawî werin û agirbest bihê ragihandin, lê rejîma Beşar Esed bi komkujiyên berdewam agirbesta han şikand.

Niha jî çavdêrên “NY” li Sûriyê de û ew dibêjin ku xelkê Sûriyê nemana rejîma Beşar Esed dixwazin.