Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îşkenceya hovane a 6 girtiyên siyasî ên Kurd li Urmiyê

14:45 - 3 Gulan 2012

Kurdistanmedia: 6 girtiyên siyasî ên Kurd ji aliyê wezareta Îtilaatê ve ketin ber lêdan û îşkemnce û azaran.


Li gor rapora wêblaga “Çalakên Mafên Mirovan Û Demokrasiyê Li Îranê”, berwar 2’ê Gulana 2012’an, 6 girtiyên siyasî ên xelkê Urmiyê di girtîgeha wî bajarî de bo jora lêpirsînê hatin veguheztin, lê seba xweparastina 4 kesan ji çûne hundirê roja lêpirsînê, ji aliyê meimûran ve ketin ber lêdan û îşkenceyên hovane û bi dare zorê hatine veguheztin.
Li gor çavkaniyê, di wê lêpirsînê de ku 5 demjimêr pêçûn, yek ji wan 6 girtiyan bi navê “Elî Hesen Endî” seba azar û îşkenceya meimûrên rejîmê û nebaşbûna rewşa cismanî a wî, bo cihek nediyar hat veguheztin.
Nave wan 6 girtiyên siyasî ên Kurd ev in: Elî Emhem Silêmanî temen 35 salî, Cehangîr Badozade temen 47 salî, Elî Husên Endî 25 salî, Nasir Ceiferî 22 salî, Cemal Mihemedî temen 37 salî û Cemîl Reşîdî 40 salî.
Hukmê wan 6 hevawelatiyan li ser yek 48 sal û 6 meh in.