Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lêjneya pêşniyarên sêhemîn konferansa ciwanên her çar parçên kurdistanê, tevî rêzdar kak Mistefa Hicrî hevdîtin pêk anî

16:58 - 13 Gulan 2013

Kurdistanmedia: Lêjneya pêşniyarên sêhemîn konferansa ciwanên her çar parçên kurdistanê serdana rêzdar Mistefa Hîcrî sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê kirin.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja 11’ê Gullanê, lêjneya şopandina biryar û pêşniyarên sêyemîn konferansa neteweyî a ciwanên herçar parên kurdistanê, seredana rêzdar Mistefa Hicrî sekretêrê giştî a PDKÎ kir.

Di despêka hevdîtinê de rêzdar Cemal Mihemed bi nûneratiya lêjne û rêkxrawên ciwanên herçar parên kurdistanê, seba wê derfetê ku ji bo wan pêk anîne, sipas û pêzanînên xwe pêşkeşî rêzdar Mistefa Hicrî û PDKÎ kir.

Piştre nûnerê lêjneyê amajeyeke kurt bi kar û barên sêyemîn konferansa netewî a ciwanên herçar parên kurdistanê kir, û raporek li ser rewşa kempa Domîz pêşkeşî rêzdar Mistefa Hicrî kir.

Li parek din a vê hevdîtine de, rêzdar Mistefa Hicrî, derheq bidawîhatina karûbarên konferansê, pîrozbahî ji lêjneya han kir û hêvî xwast ku ciwan wek hêza handerê, guhertinan di civakê de, tevî parastina berjewendiyên bilind ên neteweyî, bi riha lêborînê, ev kêmasiyên ku li konferansa sêyem hebûn,û yek konferans birêve neçû, û li konferansa çarê de li bin çavedêriya rêkxirawa ciwanên rojhelata kurdistanê dêyek konferans birêve bibîn.

Sekretêrê giştî ê PDKÎ got: “Hewce ye ku ciwan li pêxem yekgotariya netewî de konferansa çarem bi awayeke hevgirtîtir û dûr ji berjewendiyên berteng ên rêkxirawî birêve bibin”.

Rêzdar Mistefa Hicrî li beşek din a gotinên xwe de, piştgiriya PDKÎ ragehand ku biryarên konferansa sêhem bigehîne nunerên herçar parên kurdistanê.