Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jinek 17 salî li jêr navê “parastina namûsê” hat kuştin

14:42 - 5 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Jinek 17 salî li jêr navê “parastina namûsê” ji aliyê hevjî û xesuya xwe ve hovane hat kuştin.
Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, roja Duşemî berwar 30’ê Nîsana 2012’an, li gundê “Hewaco” yê ser bi devera “Leylax”a bajarê “Dêwlan”ê, jinek ciwan bi navê “Sara Ehmediyan” seba riftarên nebaş ên hevjî û xesiya xwe sil bibû û çûbû mala bavê xwe, piştî heyamekê mala hevjiyê wê ew vegerandibûn malê û ji aliyê hevjî û xesuya xwe ve hovane hat kuştin.
Li gor şahid halên ku termê wê jina 17 salî dîtine, bi hesin ser û rûyên wê hatine şikandin û cihên din ên cesedê wê jî şikan pêve dixuya.
Hevjiyê “Sara”ya 17 salî bi navê “P” karmendê şirketa mixabirata “Qurwe” ye û piştî wê karesatê bi dana rehînê li girtîgehê serbest hatiye berdan.
Di cîhana sêyem û yek ji wan Kurdistanê de jin dibin goriyên gumanên nerohn û paremayiya hizrî û li jêr navê “parastina namûsê” ji aliyê endamên malbata xwe ve tên kuştin.