Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama birêz Mistefa Hicrî bo Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî a Kurdistanê

20:51 - 5 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Bi boneya hilbijartina birêz “Mihemed Ferec” weke Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî a Kurdistanê, birêz “Mistefa Hicrî” Sekreterê Giştî yê PDK Îranê peyamek pîrozbahiyê arastey navbirî kir.


Emîndarê Giştî yê Yekgitûya Îslamî a Kurdistanê
Tevî silav û hurmet!

Bi boneya hilbijartina we yê birêz weke Emêndarê Giştî yê Yekgitûya Îslamî a Kurdistanê di şeşimîn gongireya partiya we de, gerimtirîn pîrozbahiyê ji we û di riya we de jî pêşkêş bi endamên rêberî ên hilbijartî di wê kongireyê de dikim.

Hêvî dikim ku Yekgirtû li jêr rênwênî û birêveberiya we de di warê pirsa netewî û miyanerewiya siyasî ku heya niha rêbaza pesendkiriyên Yekgirtûya Îslamî bûye her wa çalak be. Hêviya me serkevtina we ye di erkê girîng de û di vê dema hestyar a biser Kurdistanê de derbas dibe.
Partiya demokrat a Kurdistana Îranê
Sekreterê Giştî

Mistefa Hicrî

5’ê Gulana 2012’an a Zayînî

16’ê Banemerra 1391’an a Rojî