Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyanî/PDK Îranê bêrêzîkirin bi ayîna Yarî mehkûm kir

12:59 - 9 Hezîran 2013

Kurtdistanmedia: Deftera Siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di daxuyaniyekê de bêrêzîkirina bi peyrewên Ola Yarsanê mehkûm kir.



Deqa daxuyaniyê:


Daxuyaniya Deftera Siyasî bo mehkûm kirina bêrêzîkirina bi ayînên mirovan
Hevwelatiyên rêzdar!
Nûçeya ji destdana hevwelatiyekî xelkê bajarê Sehne a Kirmanşanê bo careke din kurahiya qeyran û zilm û nadadperwerî di nav sîstema komara Îsalmî de eyan dike û selmandin ku ev rejîme tu biha û nirxek bo mirov û baweriya wan û maf û hevcehiyên wan nadanêt û mirov tenê weke more û şevate bo birêve birina pîlanên rejîma xwe dixwaze.

Her weke di nûçeyan de hatiye bilavkirin du welatiyên peyrewa ayîna Yarî, li du rojên cuda de û di 4 û 5\'ê Hezîran a 2013\'an, lê di yek bajar û yek cihê de, bi hinceta narizayetî derbirîn hemberî bêrêzîkirina rejîma Îranê û dezgeya Îttilata bi ayîna Yarî bi bîrubaweriya xelkê peyrewê wê ayînê, agir berdane xwe û mixabin yek ji wan canê xwe ji dest da û evê din saxlemiya vî jî nebaşe.

Xwe şevitandin û agir li berdan xwe her çend nîşana hindî zêdetir de ji xwe amadeyî nîşandan bo cangorî bûn li pêxema baweriyê de û nîşana zêdetir wêzarî li rewşa niha ye, lê nabe ev yeke vere pesendkirin û piştîvanî lê bihê kirin ji ber ku berxwedan û berberekan û sekinîn li hemberî binpêkirina û tepesekirnê zaf in.
Rejîma îdolojîk û paşketî a komara Îslamiya Îranê ku tenê hizr û îdolojîka xwe weke rêya bîrkirin û baweriyê dizane û bi avayeke fermî û nafermî bêrêzî bi hemû bîr û boçûneka din dike, ne tenê tu bîr û hizr û dlek cuda û sikolar nepejrandine ji belku peyrewên olî ên din jî bi avayeke sivikatî pêkirin mêz dike û tenê di nava bawermendên Îslamê de jî cudahiyê dadinên û peyrewên ola Sunî û peyrewê pêvajoya cûdayên Şî\'e weke Zeyîdî û Derwîşên Gunabadî û...., di neyarên xwe dizanin û di bin zext û givaş û tepesekirinê de tev maf û azadiyên wan binpê dike.
Peyrewên ayîna Yarî ku piraiya wan ji du parêzgehên Kirmanşan û Îlam û hindek ji wan jî li Hemedanê dijîn, hevwelatiyên Kurd û Kurdistanê ne ku weke hemû mirovekê xwediyê bîr û bawerên xwe ne û tu kes û tu aliyek mafê vê yekê nine ku bêrêziyê bi bîr û baweriya kes û girupên din bike. Bingeha bihev re jiyana mirovahiyê, rêzgirtin ji bawer û maf û azadiyên yektire.
Partiya Demokrata Kurdistana Îranê, sertbarê pêdeçûn û tekezkirin li ser cudahiya olê ji hikûmetê bo vê yekê ku tu îdolojî û kesek hikûmetêji xwe re qorix neket û bêrêzî û zilmê bi bîr û baweriyên din neke, herweha bo parastian pîrozî û kesî bûna olî, piştîvaniya xwe ji wîst û xwastên peyrewên ayîna yarî dide eyanê û hevceye ku tev kes bo parastin û birêvebirina pirsên pêwendîdar bi ayînên xwe azad be û nabe kes serbestiya evê din binpê bike.
Her di vê derheqê de serbarê şermzarkirina zilm û cinayetên rejîma Îslamiya îranê û dezgehên sîxorî û mehkûmkirina dubare a bêrêzîkirin bi bîr û baweriya (Mîtran), behî û sersaxiyê ji malbata ew hevwelatiyê ku canê xwe ji dest daye dikeyîn û daxwaza saxlemiyê bilez ji bo birîndarê din dikin, herwusa ji kom û civakên hez dstane û navnetewiyan daxwaz dikin ku hemberî zilm û cenayetên rejîma wîlayeta Feqîh de bê deng û bê helwêst nebin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Deftera Siyasî

18\'ê Cozerdana 1392\'a rojî

8\'ê Hezîran a 2013\'an