Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Albûma “Çîrok” bi Kurdî li Îranê hat belav kirin

15:25 - 12 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Albûma muzîkê bi navê “Çîrok”ya awazdanerê Kurd Borzû Emîrî û bi dengê Husên Elîşapûr li Îranê hate belav kirin.

Di vê bareyê de, muzîkzanê lawê Kirmaşan Borûz Emîrî û serperştiyarê koma mûzîkê Toreng bo “ajansa Peyamnêr” ragihand: Albûma muzîkê bi navê ``Çîrok`` bi hevkariya koma Toreng û bi dengê goranîbêjê law Husên Elî Şapûr, heft çîrok li xwe digre, muzîka wê ji awazên beyata Îsfehanî û li ser helbestên Hafiz hatine dabeş kirin.

Weha jî got kû: ev berhem di sala 2009 de li Teharnê hatine tomar kirin. Têde muzîkanê lawê Îranî Elî Qemserî bi amêra Tar û Borz kû bi xwe dibêjê bi amêra Kemençe takejenî kirine.

Koma Muzîkê Toreng kû çalakiyên xwe bi li gor muzîk û goranî Kurdî û herweha muzîkên navçeyên Îranê ji wan Muzîka Kurdên bakurê Xoresanê, pêşkêş dike, di sala 1995 de ji aliyê Borzû Emîrî ve li bajarê Kirmaşan hatiye damezrandin, heta niha li bajarê Tehran û bajarên din yên cûr be cûrê yên Îran û Kurdistanê di festivala Fecir ya navdewletî de konsertên muzîk û stran pêşkêş kirine.