Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyanî/PDK Îranê: rejîm duxwaze ku xelkê bi ser du girûpên dengder û tehrîmkirî parve bike, û yekîtiya wan têk bide

15:49 - 23 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê derheq bidawîhatina hilbijartinê daxuyaniyek derkir.

Deqa daxuyaniyê:


Daxûyaniya Deftera Siyasî a PDKÎ, li pêwendî tevî hilbijartinên serkopmariyê û encamên wê

Hemwelatiyên rêzdar!

Azadîxwazên Îranê!

Komeleyên xelkê Kurdistanê!

Rejîma Komara Îslamiya Îranê li gorî bernameyên darêtî rojî 24’ê Cozerdana sala 1392’an a rojî, binav hilbijartina serkomar û hilbijartinên civata gound û bajaran birêve bir.

Ev hilbijartin di rewşekê de hatin birêve çû ku jeribandina wan cur hilbijartinan û be encambûna wan bo piraniya xelkê û hêz û aliyê siyasî ên opozisyonê û heta neraziyên nav desthiletê jî derkevtibû, lewra bi awayek mînak û bi qasek nêzîk bi tewahiya aliyên opozisyonê beşek ji neraziyên nav deshilatê, maşkanêya hilbijartinê tehrîm kirin.

Bherfirehbûna vê baykotê bi qasekê bû ku rêjîm bi tewahî jê nîgeran bû û rêberê rtejîmê neçar ma ku daxwaza vê yekê bi ke ku ewên ku ûiştewaniya rejîmê jî nakin, bi xatira welat beşdariyê di hiulbijartinan de bikin.
Bi kiryar jî curek mohendsiya binav hilbijartinê kir û pilanên weha darêtin ku heya radeyekê neraziyên nav bazneya rejîmê jî, bi beşdarîkirin û berhevbûna li ser sindûqên dengdanê razî biuke. Evaj di demekê de bû ku pêştir civata bobedar tenê kêrhatibûna 8 kes ji wan pejirandibû, ku bi tewahî moreyên destê Xamineyî bûn û derçûna her yek ji wan bû xamineyî tu ferq û cudahiyek nebû, bona vê ku di pêvajoya hiulbijartinan de neçar bi piştewanî ji kesekê nebe û hewce bi destkariya sindûq û guhertina dengan neke. Cuda ji vê yekê, bona vê ku xelkê ber bi sindûqên dengdanê rakêşe û tûj bike ku maşkanêya hilbijartinên serkomariyê û hevdem di her bajar û cihekê, li yek cih û di yek dem de li gel hilbijartinê civata bajar û gundan de birêve bir, da ku wehga nîşan bide ku beşdariya xelkê pêşwaziyê li hilbijartina serkomarî û piştewabî ji vê rejîmê ye, lewra di rûçik de deng wergirtin û deng hejmartinek bê arîşe û di rastî û di kakil de hilbijartinek nedemokratîk birêve çû.

Rejîma Komara Îslamî k şexsê Xamineyî ji bê arîşe birêve çûn û beşdariya beşek zêdetir ji xelkê di vê maşkanêyê de, rezamendiya xwe nîşan dan û beşdariya 36 milyon kesî di vî hilbijartinê de bi piştewaniya xelkê nîşanda û bi pêçkirina helwêsta tehrîmê danan.

Hewceye ku bê gotin, li gor amarên rejîmê 56 milon kes di Îranê de xwediyê marcên dengdanê ne û li vê rêjeyê jî, 36 milyon kes çûne ser sindûqên dengdanê û derxist ku nêzîk bi 20 milyon kesên ku xwediyê mercên dengdanê ne, ji beşdarîkirina hilbijartinê xwe parastine.

Ji vê 36 milyon dengan jî her li gor ragehandina Wezareta Navxwe, nêzîk bi yek milyon û 300 hezar dengên betal hebûne, ev amarên han nikarin îdîaya rejîmê bona beşdariya %72 xelkê di bê hilbijartinê de biselimîne.

Eva jî ron e ku, beşek zaf ji wan ku di hiulbijartinan de beşdarî kirin, ne bona piştewabiya ji rejîmê, jiber ku bona NA gotin bi rejîmê û dengdan bi berbijarekê bû ku wê meremê derbixe.

Li pevajoya piropagendeya hilbijartinê de, berbijarên vê, serbarê rexne ji kiryarên dewleta berê, hindek soz û belê dan ku rewşa aloz ya aboriya welat û jiyana xxelkê ber bi başiyê diben û arîşeyên wan tevî cihana derwe çareser dikin. Eva jî di demekê deye ku her di pêvajoya teblixatên hilbijartinê de bi çend caran berbijarên mohre hatin haydarkirin ku sozên weha neden û li mijarekê nebêjin ku di deshilata serkomariyê de nîne, bi kiryar û heya qasekê jî li gor yasayê, serkomar di rejîma Komara Îslamî ya Îranê de, bi tenê birêweberê fermana rêberî ye û tu bandorek di siyaset danan û biryarên girin de nîne.

Hekî em weha danên ku îdîayên rejîmê derheq beşdariya xelkê di hilbijartinan de rast e, dibe eva jî liber çav bê girtin ku hem di Îran û rejîma berê jî de û hem jî di welatên cîran û bin deshilatdariya dîktatoran de gellek hilbijartin birêve çûn ku encama pitir ji %90 beşdarî bo rejîmê derdixist, lê dema ku helwêsta dijî dîktatoran derket holê, li wan rêjeya xelkê nek tu xeberek nebû, belkî rast berawajî derçû.

Ewên ku bi vî rewşê û bi serkevtina hilbijartina mohendsîkirî yê rejîmê dilxweş in û tana ji baykot û baykotkiriyan didin, hewce ye evê li berçav bigirin ku dabeşkirina xelkê bi dengder û baykotkeran ku her du jî helwesta Na gotin bi rejîmê bû, derbê ji yekrêziya xelkê didin ku pêşeroj jî vê yekê îsbat dike ku maşkanêyên weha, bandorek erênî li ser vebûna rewşa siyasî naxe, jiber ku biryarderê sereke di rejîma Komara Îslam ya Îranê de şêwazek weha bi qazancê rejîmê û dirêjîdana deshilata wî nizane.
Encama vê hilbijartinê û serkevtina mohreya destnîşankiriyê wê, wate Rûhanî ku xwediyê piştewaniya çaksazîxwazan bû, bê vê ku xwe bi çaksazîxwaz bizane, ji aliyê hindek welatên Rojawayê we hat pêşwazîkirin bi vê hêviyê ku deriyên şifrekirî ên arîşeyên bingehî ên rejîmê tevî cîhana derwe veke û di encam de giwaşên aborî kêm bibin, çavnihêriya weha cuda ji vê ku helwêstek bilez, wateya vê tê ku arîşeyên wan welatan tevî rejîma Komara Îslamî ciyawaz in tevî daxwazên civakên xwelkê îranê ku birîtîne ji azadî, demokrasî, mafê netewî, yeksanî û dadperwerî, wekheviya jin û mîran di malbat û civakê de û eva jî tevî îdolojiya Komara Îslamî de nateba ne, herçend pênaçe ku rejî ji siyaseta xwe ya berê paşekişê bike û pêşwaziyê ji welatên din bike rastî.

Eva ku bo netewe û xelkê Îranê girîng e, ev e ku baykotker rêzê bo îradeya beşdarbûyên hilbijartinan danên û dengder jî rêzê bû wan kes û partî û aliyê siyasî danên ku bi merema gotina “NA” bi rejîmê helwêsata baykota hilbijartinan diyarî kirin.

Serkevtina Rûhanî di vê hilbijartinê de, herçen wateya “NA” gotin bi rêber û hevhizrên vê nîşan didem, lê hekî îradeya Xamineyî bo guhertinên bertesk û qebûlkirina kirîza rewşa welat û derçûn di vê rewşê de li pişt nebe, pênaçe bikare çavkaniya heta guherînek kêm jî be ku îdîaya wê dike. Her weke Refsencanî û Xamineyî ji di serdemê serkomariya xwe de nekarîn tu tiştekî biken û îfade bi bêdeshilatiya xwe kirin.

Erkê xelkê Îranê piştî vê binav hilbijartinê ev e ku, bi awayek yekdeng û micit li ser daxwazên siyasî û bingehiyên xwe pêdagir bin û vê rastiyê berçav bigirin ku astenga serek ya rêya demokrasî, mafên netewî, edalet û aboriyed dirust, guzerana baş ya xelkê û jinavirina ferq û cudahiyê, bi guherîna mohreyên nav deshilatê ku yek ji wan serkomar e, nagehe encamê, belkî yasaya bingehî, deshilata bê sînor yê rêber, berpirsyarnebûba rêber di hember xelkê de, rola Sipaha Pssdaran û deshilata cur bi cur û dest biserdegirtina saman welat ji aliyê wê sipahê ve, dewra civata nobedar û begiştî hebûna vê rijîmê di tewahiya xwe de astenga sereke ne li ser rêya demokrasiyê û mixabin tu binav çaksazîxwazekê jî,bername bona vêdebirina wan astengan nîne û heta basê jî jê nakin û bawer bi ziwirîn di bazneya neûariyê di hilbijartinê li navbera xirab û xirabtir de heye, ku eva jî daxwazên sereke ên xelkê Îranê bi cih naîne.

Eva jî ku beşek ji xwedî mercên dengdanê çûn ser sindûqên dengdanê, berheqbûna rejîmê naselimîne,çima? Meger di refrandoma sala 1358’an de, ku ji bilî Kurd û hêzên siyasî ên Kurd ku bi sedema nedemokratîkbûnê refrandok baykot kirin, bi gotinên rejîmê %90 ji xelkê deng bi avabûna nizama Komara Îslamî nedan? Ku îro helwêsta Kurd bûye helwêstek dîrokî û piraniya dengderên vê rejîmê jî, niha jî wêzarin û li wî denga ku dayîne poşman in.

Ruhanî ku di vê hilbijartine de bi ser ket, di teblîxata hilbijasrtinê de ku bas ji aştiya netewî dikir, ku diyare mebesta wî aştî di navbera aliyên nava rejîmê de ye, bona vê nakokiyên navbera wan de nehêle û li arîşeyên navbera wan de kêm bibe û, hekî di vê peywendiyê de serkevtî jî be çi xêrek bona xelkê têde ye? dawerî li ser vê ku Rûhanî di navbera wefadarî bi sozên xwe ên bertesik û wefadarî mana weke berê bi Xamineyî, giraniyê dixe ser kişan aliyê û rengê niha zû be û pêşeroj vê yekê zêdetir û baştir eşkere dike û ceribandinek din dixe pêşiya xelkê Îranê û bîrûraya giştî a Cîhanê.

Bi giştî encama hilbijartina serkomariyê di Îranê de tiştek niye ku berheqbûna beşdariyê di hilbijartinê de biselimîne û yan jî helwêsta baykotê bi nebaş derbixe, jiber ku de her du haletan de armanc “NA” gotin bi rejîmê bû ku di vê hilbijartinê de xwe bio serkevtî dizane.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Deftera Siyasî
30/3/1392
20/06/2013