Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşangeha wêne û nîgarkêşî bi boneya kîmayaya Serdeştê, hat wekirin

16:35 - 25 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Berberê 26’emîn salroja kîmyaya bajarê Serdeştê, pêşangeha wêne û nîgarkêşî ji aliyê hunermendên vî bajarî hat wekirin.
Encumena berewanî ji qurbaniyên Serdeştê bilavkir, di vî pêşangehê de pitri ji 100 wêne û keval ji barhemên hunermendên Kurd xistine ber dîda beşdarên pêşangehê.
Meha Pûşpera sala 1366’a rojî, şer û pevçûna navbera rejîma Îranê û rejîma Îraqê, bajarê Serdeştê û akinciyên wî kevtine ber êrîşa bombên kîmyayî.
Di encama wê bombebaranê de nîzîkê 200 hevwelatiyên sivîl can xwe ji dest dan û pitir ji 2 hezar kes jî birîndar û tûşî nexweşiyê bûn.
Piştî derbas bûna 26 sel ji wê êrîşê û şunewarên diltezîn, a niha jî hejmarekî berçav ji wan kesên ku kevtine ber çeka kîmyayî çareseriya pizişkî neyatiye kirin û guhê xwe nadinê.