Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fitnegêrana rejîma Îranê di nava Kurd û Turkên Nexedê de

15:49 - 8 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Îtilaata bajarê Nexedê di navbera Kurd û Turkên wî bajarî de fitneyan çêdike û navên Turkî li ser tabloyan dike Kurdî û ên Kurdî jî dike Turkî ji bo ku di warê netewî ve hestên wan birîndar bikin.


Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, li bajarê Nexedê hin kesên ser bi rejîma Îranê dest bi reşkirina navên tabloyên ku “Suldûz” li ser hatiye nivîsandin reş dikin ji bo ku hestên Turkan bibizivînin û hest bikin ku eva karê Kurdan e ku car din jî alozî di navbera Kurd û Turkan de li bajarê Nexedê pêk were.
Li gor çavkaniyê li ser pirraniya tabloyan peyva “Suldûz” dinivîsînin heya Kudan hêrs bikin û piştre reş dikin û “Sindûs” dinivîsînin û wêca hestên Turkan birîndar bikin.
Navê kevnar yê bajarê Nexedê bi bawera Kurdan “Sindûs”e û bi bawera Turkan jî “Suldûz” e, û rejîma Îranê jî ji vê yekê mifaha xirab sitandiye û li ser tabloyan wan her du vanan ji bo fitne û bi awayê demkî li cihê hev dinivîsîne û reş bike ku her du netewên di bajarekê de ji hev hêrs bike û mifaha xwe ji aloziya navbera wan du netewan de bibîne.

Hêjayî gotinê ye ku Bihara sala 1979’an bi fitneyek rejîma Îslamî a Îranê di nava her du netewên Kurd û Turk ên bajarê Nexedê de şerrek giran çêbû û bi wî awayî hejmarek zaf a Kurd û Turkan di riya wî şerî de bûn goriyê siyasetên rejîma Îranê.
Ew du netewe di warê xulyaqet ve netewên duyem û sêyem piştî Farsan di Îranê de ne û rejîm berdewam aloziyan di navbera wan de çêdike ku li hember rejîmê de ji hev nêzîk nebin.