Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Helbestvaneka Kurdistana Rojhelatê xelata festîvala “Keval” li Herêma Kurdistanê wergirt

15:58 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: Behar Husênî jineka Hebestvan û endamê PDK Îranê, karî xelata Festîvala wêjeya Keval li Herêma Kurdistanê bi dest bîne.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, Behar Husênî helbestvana Kurdistana Rojhelatê rojên 3 û 4’ê Tîrmeh a 2013’an, li festîvala wêjeya “Keval” li Herêma Kurdistanê, di navbera 118 helbesvanan û 20 çîroknivîsan de xelata yekem di warê helbestvaniyê de bi dest anî.
Her divê peywendiyê de helbesvanekî din bi navê Kemal Emînî û xelkê Kurdistana Rojhelatê karî di pişka helbestvaniyê de xelata sêyem a festîvalê bi xwe misoger bike.
Ji aliyê din ve li pişka çîroknîvîsiyê de Emced Xolamî xelata duyem bi dest anî.
Divê festîvalê de 118 helbesvan û 20 çîroknivîs pişikdar bûn û ji aliyê lêjneya taybetî ve 15 helbest û 6 çîrok bo beşa pêşberkê hat diyarkirin.

Behar Husênî bi helbesta (Le xotim bike), Kemal Emînî bi helbesta (Hewam pê bidewe) Emced Xolamî bi çîroka (Hîkayeta xwedê), pişikdarên festîvalê bûn.
Behar Husênîsala 1983’an (1362’a rojî) de li bajarê Seqizê ji dayîk bûye û keça helbestvanê kockirî “Jîla Husênî” ye û çed saleke li Herêma Kurdistanê dijî û mêjûlê karê wêjeyî ye.