Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

konferansa salane a Kongireya Netewên Îrna Federal birêve çû

22:10 - 8 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Konferansa Kongireya Netewên Îrana Federal bi beşdariya nûnerên gişt aliyên pêîner ên wê kongireyê li welatê Norwêjê birêve çû.


Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, berwar 5 û 6’ ên Gulana 2012’an, konferansa salane a Kongireya Netewên Îrana Federal bi mêvandariya Liqa Norwêjê a Kongireya han û bi beşdariya nûnerên gişt aliyîên pêkîner ên Kongireyê hat lidarxistin.
Basên sereke ên konferansê, Mçmafên netewên Îrnaê, sîstema pêşeroja welat û rewşa hundir a Rojhilata Navîn û rewşa cîhanê bûn.
Şirove û nirxandina ayînnameya Kongireyê tewerek din a basên konferansê bû, ku nûtirîn û guncawtirîn mijarên pêwendîdar bi ayînnameyê hat darêtin.
Di konferamnsê de pêdagirî li ser bihêzkirina beşa ragihandin a Kongireyê hat kirin û hejmarek kesên şareza û pispûr bo wê beşê hatin diyarîkirin.

Mîkanîzma diyalog li gel opozîsyona Îranê bi li berçavgirtina mafên netwan li ser bingeha hizrî a Îranek federal a netewî – cuxrafî hat destnîşankirin.

Di vê pêwendiyê de komîteya pêwendiyên Îranê hat raspardin ku bi siyaseta darêtî a diyalogê gavên xwe bo pêwendî û hevkarî bi kiryar tev hemû hêzên dijberên rejîmê û alîgirên demokrasiyê di Îranê de bileztir bike.
Hêjayî bas e ku nûnerên gişt liqên Kongireya Netewên Îrna Fedral rapora kar û çakaniyên xwe xwendin û herweha biryar hat sitandin ku gavên hewce ji bo damezirandina liqên nûneratiyê di welatên ku nûneratiya kongireyê tê ninin bihên avêtin.
Piştî du rojan karê berdewam û pesendkirina çendîn biryaran konferans bidawî hat.
Kongireya Netrewên Îrna aFederal her sal li welatekê ku têde nûneratî heye birêve diçe.