Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka 3 şehîdên riya rizgariya kurdistanê koça dawiyê kir

16:26 - 9 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Dayîka 3 şehîdên riya rizgariya Kurdistanê li devera Makûyê di temenê 79 saliyê de koça dawiyê kir.


Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, berwar 7’ê Gulana 2012’an, “Xanê Hesenzade” dayîka şehîd “Îbrahîm”, şehîd “Gulê” û şehîd “Hesen” xelkê gundê “Yarmiq” yê ser bi bajarê Makûyê di temenê 79 saliyê de seba nesaxî û pîriyê koça dawiyê kir.
“Xanê Hesenzade” di malbatek mezin û nîştimanperwer a bajarê Makûyê ji dayîk bûye û malbata navbiriyê hertim rolek çalak di bizava netewî – demokratîk a xelkê Kurdistanê de hebûye.

Di serdemê şoreşa gelên Îranê li sala 1979 heya 1985’an, mala wan li gundê Yarmiq baregaya PDK Îranê bûye.
Hevjiyê “Xanê” wate hacî Ebdulla naskirî bi “Hacî Evdo” seba piştevanî ji PDK Îranê piştî dagîrkirna Kurdistanê bi neçarî derbasî Kurdistana Turkiyê bû.
Kurê mezin yê “Xanê” wate “Hesen Hesenzade” fermandeyê bikêr û jêhatî yê hêza pêşmergeyên Kurdistanê li devera Makûyê bû ku du salan berî niha li welatê Fînlendê koça dawiyê kir û piştî vegerandina termê “Hesen Hesenzade” bo cihwarê wî, ji aliyê Îdareya Îtilaatê ve termê navbirî hat derxistin û revandin.
Herweha du zarokên din ên “xanê” Îbrahîm Hesenzade di pêşmergatiyê de şehîd bûye û “Gulê” jî bi destên hêzên rejîmê hatiye şehîdkirin.

923.jpg


“Xanê Hesenzade” hertim şanazî bi zarokên xwe ên şehîd dikir û heya dawîn henaseyên jiyana xe bi rêbaza wan wefadar mave.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dide malbat, kes û kar û nasyarên malbata “Xanê Hesenzade” û xwe bi hevalê xem û kedera wan dizane.