Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fîlma “Dawî Zivistan” xelata navnetewî li Ermenistanê bi dest xist

21:10 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: Fîlma sînemaya “Dawî Zivistan” derhêner Salim Selewatî sînemakarê Kurd, li festîvala navnetewî a Fîlma Zêrîn li welatê Ermenistanê hat nemayîşkirin û karî xelata vê festîvalê misoger bike.
Li gor nûçeya malpera Peyamnêr, festîvala fîlma Zêrîn a Ermenistanê bi beşdariya berhema sînemakarên welatên cur ba cur li berwara 6’ê Tîmeha 2013’an dest pê kirû bo heyamê heftiyekê domkir.
Rê û resma dawî hatina festîvala han li bajarê Eyîrewan, peytexta welatê Ermenistanê birêve çû û li çendîn beşên curbacur de çendîn kurte fîlm, fîlmê dîkomêntarî û fîlmê sînemayî xelat wergirtin.
Fîlma Dawî Zivistan heyamê 75 deqane û bi sîstema “IÇDΔ ji aliyê kompanyaya “Sitak Fîlm” ve hatiye tomarkirin û derhênerê vê fîlme Salim Selewatî ye.

Salim Selewatî li bajarê Sine ji dayîk bûye û pîşeya fotogarfêr û dehêneriyê sînemayî ye û weke wenegirê sînemayê pitir ji 30 fîlmê kurt û 5 fîlên dirêj wêne girtiye.