Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Koça dawî a dayîka du şehîdên riya rizgariya Kurdistanê li Urmiyê

16:30 - 10 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Dayîka du şehîdên riya rizgariya Kurdistanê li derva Urmiyê di temenê 80 saliyê de koça dawiyê kir.


Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, roja Çarşemî berwar 9’ê Gulana 2012’an, “Asmîn Emînî” keça “Hesen” xelkê Dizêya Siyawiş a ser bi bajarê Urmiyê û dayîka du şehîdan şehîd “Cimşîd” û şehîd “Tahir Esedî” di temenê 80 saliyê de seba pîrî û nesaxiyê koça dawiyê kir.
Şehîd “Cimşîd Esedî” yek ji fermandyên hêza “Şewhîd Niho” bû ku li devera Urmiyê berpirsatiya çendîn şerên bi nav û deng li sitûyê wî bûye û di pirraniya şeran de çalakiyek berbiçav hebûye. Di şerên devera Mirgewer û Tirgewer û herweha Kinar Beroj deverên ser bi Urmiyê û girtina pasgehên rejîmê li gundê “Qirnêse” de beşarî kiriye.

Asmîn heya dawîn çirkeyên temenê xwe evîndara rêbaza pêşmerge bû û xweziya herî mezin a wê rizgariya gel û niştîman bû.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi boneya koça dawî a “Asmîn Emînî” sersaxiyê dide malbat û kes û karên navbiriyê dike û xwe bi hevalê xem û kedera wan dizane.
Riha wê şad