Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyekî serdemê komara Kurdistanê malavayî li jiyanê kir

22:24 - 4 Tebax 2013

Kurdistanmedia: “Mêhdî Selîm Xanê Zêbarî” pêşmergê serdemê komara Kurdistanê, li Akirê wefat kir.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja şemî berwara 3’ê Tebaxa 2013’an, “Mêhdî Selîm Xanê Zêbarî” pêşmergê komara Kurdistanê li bajarê Akirê a Herêma Kurdistanê seba nexwexiyê, çû ber dilovaniya xwedê.
Navbira piştî hiloşana komara Kurdistanê û heya dawîn demên jiyana xwe li Herêma Kurdistanê dirêje bi jiyana xwe dida.
Navhatî her tim şanazî dikir ku pêşmergê komarê bûye û serbilindiya xwe bi endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê dizanî.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê serxweşiya xwe arasteyî malbat û kes û karên “Mêhdî Selîm Xanê Zêbarî” dike û xwe di xem û kesera wan de bi şirîk dizane.

Riha wî şad