Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rûpela “Facebook”a malpera Kurdistanmedia hat hekkirin

17:13 - 13 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Roja derbasbûyî berwar 12’ê Gulana 2012’an, rûpela “Facebook”a malpera Kurdistanmedia a serbi Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ji aliyê kesek yan kesanekê ve hat hekkirin.
Di vê derheqê de em bi gişt dost û berdengên vê rûpelê radigihînin ku niha pêde birêvebiriya rûpela han di destên birêveberên Kurdistanmedia de nine û berpirsatiya her mijar û nivîsekê li ser vê rûpelê ji sitûyê birêveberên eslî ên Kurdistanmedia nine.
Heval û berdengên “Facebook”a Kurdistanmedia tên agehdarkirin ku ji bo dîtina rûpela “Facebook”a Kurdistanmedia lînka jêrde bikar bînin.

Linka rûpela Kurdistanmedia

http://www.facebook.com/pages/Kurdistanmedia/172854742843671

Tika dikin ji bo belavbûna bilez a Facebook û rûpela nû a Kurdistanmedia û pêşgirî ji her mifahsitandinek xirab ji rûpela berê ya Kurdistanmedia, vî nûçeyî û linka jorde belav bikin û ji hevalên xwe bişînin.