Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Filma Mano Xelîl ê binavê Apê Îrbom diçe Locarano

14:02 - 7 Tebax 2013

Kurdistanemdia: Filma derhinêrê Kurd Mano Xelîl ê binavê “Apê Îrbom” bi elmanî “Der Imker” li festîvala filmên navnetewî a Locarno tê nîşan dan.
Li gor nûçeya gehiştî malpera kurdistanmedia, filma Mano Xelîl ê binavê “Apê Îrbom” bi elmanî “Der Imker” yek ji 10 Filmên Swîsrî ku îsal tevlî Festîvala Filmên navnetewî a Locarno 2013 dibe û tê nîşan dan.
Festîvala Locarno yek ji mezentirîn festîvalê cîhanê ye, weke Kann, Venisia, Berlin. Tê zanin ku di sala 1979 de nemir Yelmaz Gûney xelata herî mezin a Festîvalê ji bo filmê xwe ê bi navê Kerî (Sûru) standibu.
FilmêMano Xelil “Apê Îrbom” wê roja 12 û 13’ê Tebaxê li Sala herî mezin a festîvalê “FEVI” ku heta 3000 temaşevan karin lê runên tê şani dan.
Di rojên pêşia me de, film dikeve nav beşberka navnetewi di 2 Festîvalên din, yek li Austrîa - Neue Heimatfilmfesival û yek li Italia-Lissinia Film festival.
Filme “Apê Îrbom” çîroka mirovekî Kurde, “Îbrahîm Gezer” (Apê Îrbom), ku bi esle xwe ji Elbistanê ye. Apê Îrbom, heta sal” 90’ê yek ji mezintirîn mêşvanên Kurdîstanê bu, lê mixabin, ji ber zulm û zordariya rejîma Tirk her tiştê wî winda bu. Mala wî xirakirin, mêşên wî kuştin û eu neçar ma bereve û weke penaber were Swîsra.
Her ku Apê Îrbom gelek kul, derd û rojên tarî derbas kirine lê însaniya xwe û kêfa xwe ji xwezayê û ji Însan re winda nake. Li Swîsra dîsa dibe xwedî mêş û çiyayên Alpê jê re dibin weke çiyayên Kurdistanê.
Film ji roja 6’ê Hizêranê 2013’an derbasî sînema li Swîsra buye û heta roja îro mirov kare li Sînema temase bike. Film di destpêka sala 2014 de dikeve sînemên Almaniya de.