Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gerrek din a got û bêjên navikî ên Îran û Ajansa Navnetewî a Enerjiya Navikî

14:45 - 14 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Got û bêjên navikî di navbera rejîma Îran û Ajansa Navnetewî a Enerjiya Navikî li “Viyen”a paytextê “Utrîş”ê destpê dike.


Li gor rapora nûeçgihaniya “BBC”ê, gerrek din a got û bêjên navbera Ajansa Navnetewî a Enerjiya Navikî û rejîma Îranê li ser pisrsa navikî a Îranê, îro Duşemî berwar 14’ê Gulana 2012’an destpê dike. Got û bêjên ku du rojan berdewam dibin.
Got û bêjên han di halekê de destpê dikin ku xwasta karnasên Enerjiyan Anvikî ji bo dîtina sayta nîzamî a “Parçîn” li Tehranê nehatiye cih bi cihkirin.
Sala derbasbûyî karnasên ajansê di du serferên cuda de bo Îranê di warê pirsa navikî a rejîmê got û bêj kirin û xwazyarên dîtina sayta nîzamî a “Parçîn” li Tehranê bûn. Tevî vê ku rejîma Îranê razî bibû ku bi şertê hevkariya du alî, wê îzna dîtina sayta “Parçîn” bi karnmasên ajansê dihê dayîn, lê heya niha ew tişt nemimkin bûye.
Rejîma Îranê dibêje berî sala 2005’na, nûnerên ajansê sayta “Parçîn” dîtine û di wê demê de aşkere bûye ku tu nîşanek ji madeyên navikî di wê saytê de ninin.
Welatên Rojavayê her wa rejîma Îranê bi nîzamîbûna bernameya navikî a wê tawanbar dikin, pirsek ku berdewam ji aliyê rayedarên rejîma Îranê ve tê redkirin û bernameya navikî a xwe ji bo berhevkirina enerjiyê û armancên aşitîxwazane didie zanîn.
Amerîka û Ewropa wê bernameya navikî bi metirsî didin zanîn û ji bo pêşgirî ji çirrkirna yuraniyûmê ji aliyî rejîma Îranê ve, heya niha çendîn gerrên tehrîman bi ser Îranê de sepandine.
Navendek Amerîkayê di raporekê de amaje kiriye ku hin wêneyên mahwareyî ên nû ji dameziriyên “Prçîn”ê nîşan didin ku rejîma Îranê çalakiyên bi guman di derdora wê dameziriyê de lidar dixe.
Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê