Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê konterola sînoran tundtir dike

22:45 - 14 Gulan 2012

Kurdistnamedia: Rejîma Îranê bi alavên pêşkevtî û dabînkirinê 2 Milyard Riyal bodce, çavdêriya sînorên Kuridstanê dike.


Li gor gotina Husên Zulfeqarî, Fermnandeyê sînorvanên rejîmê, îsal hezar Milyard bo konterola sînoran weke çêkirina rê û piran, yekeyên sînorparêziyê, herweha kêşana têldirû û danîçna alavên elekteronî û eptîkî dihê serfkirin.
Rejîma Îranê di çendsalên derbasbûyî de çavdêriya sînorên Kurdistanê tundtir kiriye û ji bo daxistina sînoran xwe ji tu kiryarekê neparastiye.
Hêzên nîzamî ên rejîma Îranê di çarçoveya daxistina sînoran, riya dabînkirina bijîva jiyanê ji sînorakinciyan qedexe dike û kasibkarên ser sînoran dibin goriyê destrêja rasterast a hêzên nîzamî ên rejîma Îranê.


Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê