Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Deftera Siyasî a PDK Îranê bi hinceta 25’ê Gelawêjê

14:25 - 18 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Rêzdar Mihemed Nezîf Qadirî endamê Deftera Siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi boneya 68’emîn salvegera avakirina PDK Îranê peyamek pêşkeş kir.

Deqê axavtina birêz Mihemed Nezîf Qadirî:


Hemwelatiyên hêja!

Xûşk û birayên rêzdare!

Beşdearbûyiyên hêja!

Gellek bi xêr bên!

Îro em li vir li hev civiyane da ku carek din li 25’ê Gelawêj 68’emîn salvegera avakirina PDKÎ partiya hezkirî ya civatên xelkê Kurdistanê û stêrka bi çirûk ya tevgera netewî demokratîk a gelê Kurd hurmetê bigrin û avrûyekê bidne xebat û tekoşîna vê partiya hezkirî. Di vê roja dîrokî û boneya neteweyî de ji aliyê Deftera Siyasî a PDKÎ ve em germtirîn pîrozbahiyê dibêje gelê Kurd malbatên serbilinde şehîdan, girtiyên siyasî û endam û alîgirên partiya xwe ya tekoşer, û silavên emegdarî û hezkirinê bişînin bo canê pak yê Pêşewa Qazîmihemed û tewaya wan tekoşerên ku bo domandina vê rêbazê canê xwe gorî kirine.

Xûşk û birayên hêja!

Di 25’ê Gelawêja sala 1324’an a Rojî de (16’ê Tebaxa 1945) piştî sê sal xebata siyasî û rêkxiraweyî Komeleya J K, xortên tekoşer ên Kurd bi rêbertiya Qazî Mihemed bi lêkdaneweyek siyasî li ser rewşa siyasî ya Îran û Kurd, bi taybetî piştî vê rewşa siyasî ku li serdemê şerê duyemîn ê cîhanî de ku Îran û Kurdistan bi xwe ve girtibû, bi xwendinek modern û cîhanbîniyeke nû ve, bi pêanîna PDKÎ, TEVGERA Kurd xiste ser rêbazeke nû, û rêberiyek bi kom û bernamaya siyasî ya PDKÎ li heşt xalan de pêşkeşî xelkê Kurdistanê kiirn. Avakirina PDKÎ bû sedema pêşwazziya xortên welatperwer ên Kurd di raserî Kurdistana Îranê ji Makû ve bigre heya Îlamê. Ji bilî vê peyama PDKÎ hemû parçeyênKurdistana Îranê girt, û deste deste xortên welatperwer ên Kurd ji parên din ên Kurdistanê pêwendî bi PDKÎ re kirin û piştevaniya xwe ji vê partiya pêşkevtî û neteweyî eşkere kirin.

Xûşk û birayên birêz!

Bandora Qazî Mihemed li ser tevgera nîştimanî a Kurdistanê û geşandina xebata rêkxiraweyî ya PDKÎ, rewşek bi cî bo gihîştina gelê Kurd bi armancên ji mêjîn ênxwe pêk anî. Lewra Qazî Mihemed ji vê derfetê mifah wergirt û li gorî bernameyek siyasî li 2’ê Rêbendana 1324 (1946), Komara Kurdistanê wek yekem deskevta siyasî ya PDKÎ û gelê Kurd ragehand. Bi vî awayî gelê Kurd di beşeke Kurdistanê de gihande armancên wê ên pîroz. Deskevtek din a PDKÎ ku mînaka pêşkevtinê bi taybetî di wê serdemê de bû, avakiirna rêkxirawên pîşeyî ên wek Yekîtiya Ciwanan û Jinan wek berhemê vê dîtingeha civakî bûn. Piştî rûxandina Komara Kurdistanê jî PDKÎ bo domandina xebatê û bi destveanîna armancên PDKÎ rêkxirawên xwe bona xebata dijî rejîma paşatiyê ser ji nû ve rêk xist û li çendîn qonaxên dîrokî de şiya ku rolê xwe ê şoreşgerî bilîze.
Beşdariya di gera 17’ê ya Meclîsa Şoraya Millî ya Îranê û serkevtina berbijarê PDKÎ li bajarê Mehabadê, di sala 1331’an (1952) û piştevnî û rêberîkirina serhildana melbenda Mokiryan bi dijî feodalan û destpêkirina xebata çekdarî ya salên 1346 – 1347’an û ji hemiyê giringtir lêkdaneweya jîrane ya PDKÎ û bi taybetî şirovekirina wan bûyeran ji aliyê rêberê mezin Dr. Qasimlo ve li destpêka meş û serhildanên xelkê Îranê dijî rejîma Paşatiyê û danîna Komîteya Zagros ji tekoşerên PDKÎ bi armanca rêberîkirina xwepêşandanên xelkê Kurdistanê mînaka pêdagirbûna PDKÎ li ser beşdariya di tevgera azadîxwaziyê li Kurdistana Îranê de ye.

Beşdarbûyiyên hêja! Piştî serkevtina şoreşa bi coş ya gelên Îranê û piştî vê hemû berxwedana PDKÎ û gelê Kurd rêberên olî ên taze bi deshilat gihîştî ên Îranê bi mifahwergirtina ji hesta ayînî ya xelkê rêbaza vê şoreşa mezin ku berhema serhildan û xwîn û xebata dehan hezar kesî ji xortên azadîxwaz ên welatê me bû, ji riya xwe derxist, û carek din civatên serhildêr ên têhniyê azadiyê di gel rejîmek dîktator û zordartir ji rejîma pêşîn kir. Di destpêka vê siyasetê de PDKÎ yek ji wan aliyên siyasî bû ku hest bi vê metersiyê kir û li gel partî û aliyên siyasî ên pêşkewtinxwaz ên Îranê ketne diyalog û bîrûra guherînan, bona vê ku bi pilatformeke siyasî bikarin rejîmeke demokratîk bînne ser kar, lê mixabin bi sedema ne hevahengiya siyasî û berhevdana bi şaş ya beşek ji wan aliyên siyasî, rêberên olî ji vê valahiyê mifah sitandin û li bi nav refrandomekê de rejîma Komara Îslamî bi ser xelkê de sepandin. Lê PDKÎ helwesta xwe ya dîrokî girt û di vê bi nav refrandomê de beşdarî nekir û bê bingehbûna vê rejîmê eşkere kir. Rêberên rejîma Komara Slamî ya Îranê ku ji pêgeha cemawerî ya PDKÎ, û bandora siyasî li ser tevgera mafxwazane ya gelên Îranê û banga demokrasîxwaziya PDKÎ di astê sertaserî de wek tehlûkeyekê li ser siyasetên ne demokratîk ên xwe de dizanîn, gellek zû dest bi darêtina pîlanan bi dijî PDKÎ kirin, lewra çendîn şerên bi xwîn li Kurdistanê de dest pêkirin, û herweha bi pêkanîna şerê bi xwîn ê bajarê Pawe, Xomênî biryara êrîşa sertaserî û fetwaya cîhadê bi dijî gelê Kurd da, û PDKÎ jî hiloşandî ragehand û tewaya hewlên rêberên Kurd bona çareseriya aştiyane ya pirsa Kurd ji nav bir.

Xûşk û birayên birêz!

Li hemberî vê siyaseta dijî mirovî de PDKÎ biryara berxwedanî û berevanîkirna ji mafên gelê Kurd da. Ji vê demê pêve heya niha xebateke pirr ji berxwedan û qurbanîdan di holê de ye û bi hezaran kes ji xelkê Kurdistanê û endam û kadr û pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê û rêberên jêhatî ên partiya me ya tekoşer canê xwe di riya armancên pîroz ên gelê Kurd de gorî kirine û bi xwîna xwe rewayiya vê xebatê selimandine.

Rêzdarno!

Em 68’mîn rêûresma partiya xwe ya tekoşer di demekê de digrin, ku tevgera mafxwaziya gelê Kurd di tev parên Kurdistanê li geşandinê de ye û berev aliyekê pêngavean hildigre ku gelê Kurd bibe xwediyê şûnas û serweriya neteweyî. Li başûrê Kurdistanê Hikumeta Herêma Kurdistanê kariye ku li warê siyasî û dîplomasî û pêwendiyên navdewletî pirsa Kurd li Îraqê bike yek ji fakterên sereke ên herêmê. Li bakûra Kurdiostanê tevgera medenî û cemawerî a Kurd rû li geşekirinê ye û gihaye qonaxeke hestiyar di navbera delweta Turkiye û serokê PKK’ê. Gotûbêj dest pêkiriye, û em hêvîdar in ku ew pêvajo armancên neteweyî ên gelê Kurd di vê para Kurdistanê de bi des bixe.
Pirsa Kurd li Sûriyê jî niha yek ji pirsên siyasî ên herêmê ye, û ew para xaka Kurdistanê di rewşek hestiyar re derbas dibe. PDKÎ li ser vê baweriyê ye ku parastina herêmên azadkirî û deskevtên Kurd di rojavayê Kurdistanê de tenê û tenê bi yekrêzî û yekîtiya di navbera tev aliyên Kurd di vê beşa Kurdistanê de bidestve tê û armancên gelê Kurd dipêke. Ew tehlûkeya aliyên tundrew ên Erebî û Îslamî ku bûne gef li ser deskevtên gelê Kurd û jiyana xelkê medenî pûç dike.
Em tevî piştevaniya ji xebata gelê Kurd di Kurdistana Rojava, em kiryara vê aliyê cîhadî û dijî Kurd ku êrîşî ser akinciyên vê beşê dikin şermezar dikin, û daxwazê ji aliyên mirovdost dikin ku bi hawara wan de herin. Di Kurditana Îranê de jî serbarê bi çok de anîna gelê Kurd û partiyên wê ên şoreşger, xebat her berdewam e û PDKÎ bi girtine pêşê a helwestên siyasî ên di cihê xwe de û mifah sitandina ji tev metodên xebatê û hilbijartina taktîkên li gorî rewşa siyasîa welatê me û Kurdistanê pêngavan diavêje.

Rêzdarno!

Ji vê dîtingehê ve ku niha pirsa Kurd yek ji pirsên giring ên Rojhilata Navîn e, û fakterek berçav di piroseya siyasî ya herêmê de ye, ew rewşa nû bo serkirdayetiya siyasî ya Kurd derfeteke dîrokî ye bo Kongireya Neteweyî a Kurd. PDKÎ bi dirêjahiya temenê xwe ê siyasî hewla yekgirtina Kurd û damezraweyeke neteweyî daye, bi taybetî rêberê me ê mezin dr. Qasimlo bona gihîştina bi vê armancê hewle tewaw û di cihê xwe de da, û ji mêjve bû ku hest bi vê hewcehiyê kiribû, û li ser vê baweriyê jî bû ku ew damezrawe pêkhateyek be ji kesên şarezayê pirsa Kurd û dostên Kurd di derveyî welat, û her li ser bingeha vê bîrokeyê jî bû ku pêşniyara pêkanîna konferansa Parîsê kir û di yekemîn beşdariya di civîna Enternasyonala Sosyyalîst de biryarnameyek li ser Kurd da pesend kirinm û bi xweşî ve niha bona gihîştina bi vê armancê û pêkanîna vê Kongireyê derfetek baş hatiye pêş û ji aliyê rêzdar Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê, partî û aliyên siyasî ên Kurdistanê bo bi armanc gehandina vê piroseyê hatine bang kirin.
Di vê derheqê de PDKÎ bi hestkirina bi berpirsatiya siyasî û neteweyî pêşwaî ji vê piroseya giring kir û bo serkevtina vê kongireyê ku biryar e di pêşerojeke nêzîk de di Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê bihê girtin tewaya hewla xwe bi akr anî. Pirseke din ku hewce dizanim basê bikin, û niha baseke rojê ye, dest bi kar bûna Hesen Rûhanî serkomarê nû ê Îranê ye ku her kes û aliyek ji dîtingeha xwe ve vê pirsê şirove dike.

Bi berçavgirtina pêkhateya siyasî û yasaya bingehîn ya Îranê siyaseta danîn û biryara yekalîkirina pirsên giring di deshilata rêber de ye û serkomar birêveber û peyrewkerê vê deshilata bilind e. Bo selimandina vê qisê ezê qala axavtineke Elî xamineyî bikim, ku di dema axavtinên berbijarên rejîmê de got: “Daxwazê ji wan dikim ku sozekê nedin ku di şiyana wan de nebe!”.
Hesen Rûhanî di dema hilbijartinê de basê asayîkirina pêwendiyên wan di gel Rojava ji riya diyalogê ve kir, û basê kêmkirina tehrîman kir û di astê navxweyî de jî, basê dabînkirina azdî bo tak û civakê kir, û basê beşdariya jinan di piroseya siyasî û îdarî de kir, basê azadiya girtiyên siyasî kir, û soz da xelkê ku jiyana wan baştir bike, û tewaya kêmasiyan dixiste ser milê ên berî xwe de. Lê piştî hilbijartina gotara Hesen Rûhanî guherîn bi ser de hat, û qise li ser berdewambûna wan li ser domandina piroseya etomî bi dîplomasiyeke nermtir û piştevaniya ji rejîma Beşar Esed, û pêdagirî li ser siyasetên pêşîn ên Komara Îslamî ya Îranê kir.
Heke em bi hûr çav li kabînê û pêkhateya heyeta wezîran ya pêşniyarkirî û axavtinên wî ên li rêûresma sondxwarinê de bikin, bersiva gellek ji wan pirsyarên ku bo xelkê Îranê û çavdêrên siyasî di holê de bû, hatiye dan, piraniya wezîran her ew karbidestên payebilind ên rejîmê ne ku xelkê Îranê tûşî vê hemû balayê kirne. Ew bas ji azadiya tak dike, lê di akbîneya wî de tenê jinek jî nahê dîtin, di demekê de ku nîva dengan jinan daye navbirî, li vêr de ye ku dadperweriya Hesen rûhanî eşkere dibe.

Bas ji beşdariya tewaya pêkhateyên welat kir, li vê derheqê de jî tu beşdariyek nahê dîtin û qala yek herêmbûn û yek netewî bûn û yek zimanbûnê kir û bi eşkere haşa ji şûnasa neteweyên Îranê û mafên wan kir.

Xûşk û birayên hêja!

Rejîma Komara Îslamî ya Îranê bona derbzbûna ji vê kirîza ku di astê navneteweyî de di gel berbirû ye li vê bi nav hilbijartinê de siyaseteke bi firtûfêl girte pêş, û ew hilbijartin di Şêvra Nobedar de bi awayekê endazyarî kir ku ezmûna hilbijartina sala 1388’an (2009) ducarî nebe û li vê guhertina mohreyan de carek din raya giştî xapand. PDKÎ her wek pêştir xwendina xwe li ser vê hilbijartinê bas kiriye û li ser vê baweriyêê ye ku rêberên rejîma Komara Îslamî bawerî bi tu vekirinek siyasî ku di berjewendiya civatên xelkê de be nine, û li ser siyaseta serkût û zextê wê berdewam be.
Hekî rojekê jî ew kirîz wan bixe tengaviyê de jî, her wek ku edetê wan e, seranên vê rejîmê li astê siyaseta navdewletîde hest bi metersiyê bikin, û gefa nemanê li ser wan be, dest ji tewaya pirojeyekê bo mana xwe û rejîma xwe tînin û zexta li ser xelkê di navxwe de zêdetir diki. Bi vê şiroveyê tenê riya ku li pêşiya gelên Îranê û tevgera demokrasîxwaziyê li welatê mede maye, yekîtî û yekgirtina hêzên siyasî ên Îranê ye, di vî warî de PDKÎ hem di astê sertaserî de û hem di diyalog û alîkariya tevê hêzên siyasî ên Kurdistanê li hewlê de ye, û bi xweşî ve ew pêvajo di gellek warî de bandora xwe ya pozetîv hebûye.

Xûşk û birayên birêz!

Di vê rêûresma dîrokî de carek din li ser binemyayên teşkîlatî û fikrî ên partiya xwe bo xebat û bidestveanîna mafên netweyî ên gelê Kurd û dabînkirina azadî û demokrasî û dadperwerî û parastina buhayên demokratîk, piştevaniya siyasî ya xwe ji tevgera nîştimanî ya parên din ên Kurdistanê û giringîdana bi siyaseta pêkve jiyana aştiyane li ser bingeha qebûlkirina mafên neteweyî ên gelê Kurd di gel gelên Rojhilata Navîn û cîhanê û herweha xebata dijî terorîzmê pêdagirî dikin, û li gel rêberên şehîd ên xwe Qazî, Qasimlo û Şerefkendî û hezaran şehîdên rêbaza demokrat soz û peymanê nû dikin ku heya bidestveanîna hêviyên wan li ser xebatê berdewam bin û em wan xatircem dikin ku tu hêzek nikare îradeya tekoşerên demokrat lawaz bike û wan ji riya xebata wan heya gihîtina bi armancê a gelê Kurd pêngavên wan sist bike.
Silav li Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Hiloşe Rejîma Komara Îslamî ya Îranê

Serkeve tevgera neteweyî demokratîk a gelê Kurd

Her sax bin

Sipasiya we dikim