Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê li hember rewşa nebaş a zarokên kar de xemsar e

15:52 - 15 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Tevî wajokirina peymannameya cîhanî a “ILO” ji aliyê rejîma Îranê ve, nêzîkî 4 milyon zarokên kar di Îranê hene.


Li gor rapora malpera “Ilna”, çalakek mafên zarokan gotiye: Rejîma Îranê bi pejirandina biryarnameya peymannameya 182 welatên cîhanê “ILO” Saziya Cîhanî a Kar, pêwîste xirabtirîn curên karên zarokan bide naskirin û di pêxema binbirrkirina wan de gavên micit bavêje.
Wî çalakê mafên zarokan di nêzîkatiyên rûniştina Saziya Cîhanî a Kar “ILO” de got, dewleta Îranê bi pesendkirina peymannameya Saziya Cîhanî a Kar li jêr navê “Danasîn û Nehiştina Curên Karên Zarokan”, neçar bi cih bi chikirina wê birryarnameyê ye.
Navbirî gelaleya komkirina zarokên kar li ser şeqam û navnedên din ên karên zarokan ji aliyê dewletê ve bi şikest daye zanîn û şeksta han jî mehkûm kiriye û gotiye: Hebûna rêjeya zaf a zarokên kar piştî 11 sal birêveçna wê gelaleyê vê rastiyê eyan dike.
Xazokî, destfiroşî û laşfiroşî ji çalakiyên zarokên kim temen tên hisab û pirraniya wan tûşî nesaxiyên “îdz” û “hîpatîp” û nesaxiyên derûnî dibin.
Li gor amara rejîma Îranê pêtirî 2.5 milyon zarokên kar di Îranê de hene ku di metrisiya azara cismî, cinsî û bengdarbûn bi madeyên hişber de ne. Lê li gor amarên nefermî nêzîk 4 milyon zarokên kar di Îranê he hene û 3.5 ji wan bi neçarî dev ji xwendinê berdane.

Temenê nêwincî yê zarokên kar 8 heya 14 salî hatiye sebtkirin.


Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê