Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê ji akama dan û sitandinên navikî bê hêvî ye

16:00 - 15 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Berpirsên rejîmê bê hêvî û bê baweriya xwe li hember dan û sitandinên navikî tev girûpa 5+1 nîşan daye.
Berdevkê wezareta derve yê Rejîma Îranê di nêzîkatiyên destpêka gerra duyem a dan û sitandinên navikî tev girûpa 5+1 de gotiye; “Rohn nine ku helwesta Rojavayê li hember Îranê de guhertin dê hebin yan na”.
Hevdem berpirsek din yê rejîmê berî bidawîhatina dan û sitandinan bê hêvîtiya xwe ji akama got û bêjan nîşan daye.
Herweha ŞêxulÎslamî Cihgirê berê yê Wezareta Kar û Barên Derve a rejîma Îranê ragihandiye ku tu baweriyek bi Rojavayê nine û gef jî xwariye did ema pabendnebûn bi sozên xwe, ewê akamên nebaş bibînin.


Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê