Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du hevwelatiyên Kurd bi teqeya hêzên Întizamî hatin kuştin

21:58 - 15 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Teqeya hêzên Întizamî ên rejîmê ji turumbêlek cura “Peykan”, bo seba kuştina du hevwelatiyên Kurd ên bajarê Sinê.

Li gor rapora “Ajansa Nûçegihaniya Mukriyan”ê, berwar 13’ê Gulana 2012’na, seba teqeya meimûrên hêza Întizamî a rejîma îslamî a Îranê ji turumbêla hevwelatiyek Kurd li ser riya Hemedan – Melayer, du kes bi navên “Hîwa Fethî” û “Mucteba Zahîdî” hatin kuştin.
Li gor çavkaniyê, di cih de “Mucteba” canê xwe ji dest daye û Hîwa jî piştî veguheztin bo nexweşxaneya Hemedanê, seba giraniya birînan canê xwe ji dest daye.
Şeva derbasbûyî piştî radestkirina termê “Hîwa Fethî” bi malbata wî, di nava sedan kes ji xulyaqeta bajarê Sinê de hat veşartin.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê