Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Egera jinavçûna “Ruwenîle” ên Hewramanê heye

13:40 - 16 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Matmatîlokên xalzer ên devera Hewramanê ku bi “Ruwenîle” hatine naskirin, metirsiya jinavçûnê jê tê kirin û aliyên pêwendîdar xwe bi berpirs nizanin.


Di sirûşta Kurdistanê de zaf canbiberên nayab hene ku seba bêbeşbûn ji îmkanatên hewce û pêranegihîştin û nebûna birêveberiya dirust bo parastina wan, egera jinavçûna wan canliberan heye.
Devera Hewramanê yek ji deverên xwedî seqaya xweş û sirûşta bedew e ku seba hatina berdewam a toz û xubarê bedewiya xwe ji dest daye û ev yeka jî bûye seba vê ku pirraniya canliberên wê deverê li jêr gefa jinavçûnê de ne.
Matmatîlokên xalzer ên devera Hewramanê yek ji wan curên nayab ên jîngehê ne ku bi çendîn awayan gefa jinavçûnê jê tê kirin.
Ew canlibere li devera Hewramanê bi “Ruwenîle” hatiye naskirin û ew 15 santîmetran dirêj e û cermek reş bi xalên zerên birisqok hene ku rûyek xweşik daye wî canliberî. “Ruwenîle” tenê di nava avên devera Hewramanê ku nîşana paqijiya wan avan e dijîn.
Veguheztina avên werzêriyê û bi qaçaxbirina wan rihliberan û pîsbûna avê ji girîngtirîn sedemên jinavçûna wan in.
Kirîn û firotina wî canliberê nayab di halekê di Îranê de dihê encamdayîn ku Îran yek ji wan 26 welatan e ku peymannameya Konvansiyona cîhanî a kunterola bazirganî bi canliberên ku metirsiya jinavçûnê li ser heye wajo kiriye. Lê rejîm li hember jinavçûna canliberên welat bêdeng maye.


Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê