Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

30 sal hukmê girtîgehê ji hevwelatiyek Banê re

14:34 - 16 Gulan 2012

Kurdistnamedia: Hevwelatiyek Baneyî bi navê “Mutelib Ehmediyan” cezayê 30 salan hepsê ji aliyê dadgeha Seqizê ve bi ser de hat sepandin.


Li gor rapora ajansa nûçegihaniya “Mukriyan”ê, hevwelatiyek Baneyî ku 2 sal berî niha ji aliyê hêzên Ewlekariyê ên rejîma Îranê ve hatibû destbiserkirin û bo girtîgehê hatibû şandin, ji aliyê dadgeha Şoreşa Îslamî a Seqizê ve bi tometa hevkarî bi partiyek dijberî nîzamê re cezayê 30 sal hepsê bi ser de hat sepandin.
Navbirî heyamek di jora takekesî de bûye û niha jî di girtîgeha navnedî a bajarê Seqizê de heyamê hukmê xwe derbas dike.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê