Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peykerek ji lîma behrê bo helbestvan û hudermend Hesen Zîrek tê çêkirin

15:10 - 25 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Peyker taşekî Kurd ji lîm û xîzê sor ê behrê peykerek bo helbestvan û hudermend “Hesen Zîrek” çêdike.


Malpera “Rûdaw” bilav kir, ew peykere ji aliyê “Çinir Nizar”ve tê çêkirin û qebarê peykerê hemû bi lîm û xîzê sor ê behrê dibe.
Hunermendê Kurd yê han ragihand, her çend çêkirina peyker karekî gelek sexte lê hevceye pitir ji wana rêz ji mamosta Hesen Zîrek bihê girtin.
Hesen Zîrek sala 1300’a Rojî li gundê “Hermêle”a ser bi Bokanê ji dayîk bûye û çendîn cara di jiyana xwe tûşî sextiyên jiyanê bûne.
Zîrek tû xwendewariyek nebûye, lê piraniye helbesta stranên wî berhema xwe bûye.
Hunermendê mezin yê Kurd Hesen Zîrek sala 1350’a Rojî seba nexweşiya penceşêr li nexweşxana Bokanê çû ber dilovaniya xwedê.