Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

75 kuştî li Sûriyê\\ Opozîsyon tê piçekkirin

16:39 - 16 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Duh Sêşemî li bajarên cur bi cur ên Sûriyê di encama destrêja hêzên rejîma Esed de 75 kes hatine kuştin û opozîsyon jî tê pirrçekkirin.

Li gor ragihandina desteya giştî a Şoreşa Sûriyê, duh Sêşemî berwar 15’ê Gulana 2012’an di bûyerên Sûriyê de 75 kes ji neraziyan bi destên hêzên ewlekariyê ên rejîma Sûrıyê hatine kuştin.
Hin çalakên Sûriyê dibêjin ku ji ber çavên çavdêrên navdewletî hêzên rejîma Sûriyê teqe ji hevwelatiyan dikirin.
Herweha bombeyek di nava karwanê turumbêlên çavdêran “NY”de teqiya û tu zirarek tune bûye. Bas ji vê yekê tê kirin ku rejîma Sûriyê wan teqînan encam dide ji bo ku çavdêran bitirsîne û wî welartî bihic bihêlin.
Raporên rojnameyan bas ji hevkariya Amerîkayê bi piştevaniya malî a welatên Kendavê hêzên opozîsyonê dihên pirrçekkirin.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê