Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Koça dawî a hevjiya şehîdek riya rizgariya Kurdistanê

17:17 - 16 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Hevjiya şehîdek riya rizgariya Kurdistanê li devera Kamyaranê di temenê 60 saliyê de koça dawiyê kir.
Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kuridstanmedia, roja Yekmeşî berwar 13’ê Gulana 2012’an, “Zeyneb Nosretî” hevjiya şehîd “Mihemed Kerîm Nosretî” li gundê “Nesretava” yê ser bi bajarê Kamyaranê di temenê 60 saliyê de koça dawiyê kir.
“Zeyneb Nusretî” piştî şehîdbûna hevjiyê wê, seba helwestên nîştimanperwerane çendîn car bi destên hêzên rejîma Îslamî a Îranê hat destbiserkirin û hey dawîn nefesa jiyana xwe li ser rêbaza hevjiyê xwe wefadar maye ve.
991.jpg

Hêjayî bas e ku şehîd “Mihemed Kerîm nusretî” li meha Adara 1982’an di şerrek ne beramber tev hêzên rejîma Îranê de şehîd bû.
Partiya Demokrat a Kurdistan Îranê sersaxiyê dide malbat û kes û karên “Zeyneb Nusretî” û xwe bi hevalê xem û kedera wan dizane.
Riha wê şad


Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê