Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Helbestvanekî Ciwan yê Kurd dîwanek bi navê “Şewitî Dil” weşand

15:09 - 26 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Helbestvan û rojnamevanekî Kurd xelkê bajarê Urmiyê bi navê Eskender Ceiferî dîwanek bi navê “Şewitî Dil” weşand.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, helbestvan û rojnamevanekî ciwan yê Kurd bi navê “Eskender Ceiferî” yekemîn berhema xwe ku 450 helbestî bi xwe ve digire di demeke nîzîk de çap û bilav dike.
Naveroka serekî ya yekemîn dîwana Eskender Ceiferî bi navê Şewtî dil, evînî ye. Evînê weke pareke înkarnekirî ji jiyanê dibîne.Wekî tê texmînkirin, ew dîwan jî di pesna evîna dilê xwe de nivîsandiye.
Navhatî dîwana “çarînên Baba Tahirê Uryan” wergerandiye ser zaravayê Kurmancî û lê piştî weşandina dîwana “Şewtî dil”, ewê wê dîwanê jî biweşîne.
Eskender Ceiferî sala 1990’an li bajarê Urmiyê yê rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bû.
Piştî derbazkirina qonaxên xwendinê û çûyîna xwe bo zanîngehê, ji sala 2007’an ve tevlî kovar û belavokên Kuerdî yên xwendekarî bû.
Piştre bi kovar û belavokên Kurdî û Farsî yên sertaserê Îranê re hevkariya xwe dest pêkir.
Di Heftenameyên Sidayê Aşêna – Nêdayê Camê – Sîrwan – Awayê Kirmaşan û Kovara Sirwe re hevkarî kiriye.
Piştî heyamekê dikare hemû zaravayên zimanê Kurdî bi awayeke axavtinî fêr bibe û heya heyamekê jî di kovarên xwendekariyên Kelhûrî de kar kiriye.
Piştî ku ajanseke nûçeyan ya serbixwe bi navê Kurdna ava dike, çendîn caran ji aliyên navendên ewlehî ve gef jê tê xwarin ku divê bi wan re hevkariyê bike.
Piştî ku daxwazên wan napejirîne û hevdem jî sernivîskarê kovara bi navê Çand li Enistîtûya Ehmedê Xanî li Urmiye bû, kovara wan tê daxistin û rê ji berdewamkirina xwendina bilind ya wî jî tê girtin ku ew heyamê 3 salan bû di beşa jimêryarî de li Umriyê, xwendina xwe berdewam dikir.
Piştre ji aliyê Îdareya Îtilata Urmiyê ve tê gazîkirin û weke çalakeke siaysî gazî dadgehê tê kirin.
Hevdem dikare Îranê bi cî bihêle û niha li bajarê Hewlêrê yê başûrê Kurdistanê, mijûlî karê nivîsîn û rojnamevaniyê ye.

6350.jpg
Eskender Ceiferî