Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Beloçistanê pevçûn; hejmarek kuştî û birîndar

21:53 - 16 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Di pevçûnên navbera xelk û hêzên Întizamî ên bajarê “Serbaz”ê de, hejmarek hevwelatiyên Beloç hatine kuştin û birîndarbûn.


Li golr “Navenda Lêkolînên Beloçistanê”, rewşa bajarê “Serbaz”ê piştî kuştina Molewiyên hikûmetî, di çend mehên derbasbûyî, û destbiserkirina 15 kes ji xelkê deverê herweha rêberê mesebî ên xelkê Sunnî bi tometa desthebûn di kuştina Mewlewî di sê heftiyên dawî de nenormal e.
Li gor raporan di pevçûnên Beloçistanê de ku heya niha ji berdewam e, hejamrek xwenîşander hatine kuştin û birîndarbûn. Malpera “Ceres” goriyên wê pevçûnê kuştiyek û du birîndar dane zanîn.
Hêzên Ewlekariyê ên rejîma Îranê di pêwendî li gel desthebûn di kuştina Mewlewî de 15 kes destbiser kirine.
Destbiserkiriyên han di destbisergehê de li jêr tundtirîn givaşan de ne ku di televîzyûnên dewletî de derkevin û li dijî bizavên ehl Sûnnet teblîxê bikin.
Li gor raporan heya niha jî rewşa bajarê Serbaz her wa aloz û hikûmetnîzamî ye.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê