Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Babê şehîdekî rêya rizgariya Kurdistanê li devera Urmiyê wefat kir

21:20 - 31 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Mam Salih Natiq bavê şehîdekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û xelkê devera Enzela Urmiyê li temen 82 saliyê de çû ber dilovaniya xwedê.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, mam Salih Natiq kurê Ehmed û xelkê gundê “Tendûrika” a ser bi devera Enzela bajarê Urmiyê malavhî ji jiyanê kir.
Salih Natiq, babê şehîdê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi navê “Şewêş Natiq” û mamê şehîd “Heyîder Natiq” bû.

6395.jpg
şehîd Şewêş Natiq

Mam Salih kesayetiyekî nîştimanperwer û ji malbatekî welatparêz a devera Enzelê bû ku bi dirêjahiya dîroka tevgera rizgarîxwaziya Kurd de li çandîn deheyên derbas bûyî de, nirxekî zor dane.
Termê Mam Salih sibêdeya roja înê berwara 30’ê Tebaxa 2013’an, li nav aporaya xelkê nîştimanperwerê bajarê Urmiyê li goristana Îslamabada wî bajarî, teslîmê erdê kirin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê serxweşiya xwe arasteyî malbat û kes û karên “Mam Salih Natiq” dike û xwe di xem û kesera wan de bi şirîk dizane.

Riha wî şad