Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamek PDK Îranê bi destrêja hêzên rejîmê hat kuştin

16:06 - 17 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Endamek Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li devera Şinoyê ji aliyê hêzên întizamî ên rejîmê ve hat kuştin.
Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, berwar 14’ê Gulana 2012’an, endamek Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi navê “Yûsif Meirûfî” kurdê “Ebdulla” xelkê “Seydawê” a Şinoyê bi sedema teqeya hêzên întizamî ên rejîma Îranê canê xwe ji dest da.
“Yûsif Meirûfî” bo siyahet û geriyanê çûbû çiyayên derdora Şinoyê û ket ber destrêja hêzên întizmaî ên rejîmê.
Li gor gotina hevwelatiyek wê deverê, hêzên rejîmê îzna veşartina “Yûsif Meirûfî” bi roj ve nedane û gef ji malbata wî xwarine ku gerek bi şev termê wî veşêrin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dide malbat û kes û karên wî û xwe di xem û pejareya wan de şirîk û heval dizane.
Riha wî şad
Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê