Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fîlma Kurdî “Sînorê Şikestî” xelata teybat li festîvala fîlma Mostremp a Îspanyayê bi dest anî

22:15 - 1 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Kurte fîlma Kurdî “Sînorê Şikestî” derhênerê sînemakarê Kurd “Keywan Kerîmî” xelata teybat li festîvala fîlma Mostremp a Îspanîayê bi dest anî.
Birêberayetiya ragihandina giştî ya Kurte fîlma dîkomêntî a Sînorê Şikestî bilavkir, Sînorê Şikestî bi derêneriya lawê Baneyî “Keywan Kerîmî” ji nûtirîn beşdariya navdewletiya xwe de di pişka pêşperka festivala navdewletiya fîlma “Mostremp” li welatê Îspanyayê, hat pêşandan û karî xelata tebeta wê festivalê bidest bîne.
Festivala han bi beşdariya berhema sînemakarên welatê cûr ba cûr ji 23 heya 25’ê Tebaxa 2013’an li bajarê “Tirêmp”a welatê Îspanyayê birêve biçe.

Bi giştî ji aliyê sînemakarên seraserê Cîhanê ve, 1100 kurte film bo festivala navdewletiya fîlma “Mostremp” hatine rêkirin ku di dawiyê de 8 kurte film weke kandîd sê xelata festivalê destnîşan kiribûn ku xelata taybetî endamên lêjneya dadweriya wê festivalê bi fîlma “Sînorê Şikestî” hat bexşîn.
Kurte fîlma “Sînorê Şikestî” heya niha 8 xelatên nevdewlatî li festîvalên biyanî wergirtine.

Kurte fîlma “Sînorê Şikestî” li dirêjahiya beşdariya navdewletî de ji berwara 2 heya 10’ê Çiriya Pêşîn a 2013’an, di pişka kurte fîlma dêkomêntariyên gera 13’emîna festivala navdewletiya fîlma Bêyrûtê li welatê Lubnanê ku yek ji girîngtirîn festîvalên welatên Erebî ne, tê nimayîş kirin.

Her wusa ew fîlma ji berwara 3 heya 7’ê Îlon a 2013’an, li festival fîlma dêkomêntariyên “Antofagasta” li welatê Şîlîyê tê pêşandan.
Di vê pêwendiyê de fîlma “Sînor Şikestî” ji derhêneriya “Kêywan Kerîmî” di pêcemîn gera festîvala kurte fîlma ezmûnî a “Laydên” li welatê Holendê hat pêşandan.