Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mamostayek olî yê Serdeştê bo dadgehê hat gazîkirin

16:10 - 17 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Mamostayek olî û pêşnimêjê gundê “Şêwe Îbrahîm” yê Serdeştê bo dadgehê hat gazîkirin.
Li gorî rapora nûçegihaniya “mukriyan”ê, mamosta “Selam Gulnewaz” pêşnimêjê gundê “Şêwe Îbrahîm” yê Serdeştê bo dadgeha taybetî a mamostayên olî a Urmiyê hat gazîkirin.
998.jpg


Pêka nameya ku gihîştî navbirî, gerek îro berwar 17’ê Gulana 2012’an, xwe bi dadgeha taybet a mamostayên olî bide naskirin.
Li gor çavkaniyê, di nameya han de amaje bi tomet û sedemên gazîkirina mamosta “Selam Gulnewaz” nehatiye kirin.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê