Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Erteşa Amerîka bo êrîşa ser Îranê li benda fermana Qesra Sipî ye

22:15 - 17 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Balyozê Amerîka li Îsraîlê ragihand ku gelaleya nîzamî a Amerîkayê li dijî Îranê amade ye.
Li malpera “Radyoferda”, Balyozê Amerîkayê li Îsraîlê dibêje, gelaleya êrîşa nîzamî a Amerîkayê bo ser damezriyên navikî ên rejîma Îranê amade ye û çendîn car hatiye ceribandin û Erteşa Amerîkayê ji bo êrîşa ser Îranê li benda fermana Qesra Sipî ye. Navbirî herweha got ku êrîşa nîzamî bi tewayî di destûra kar de nine lê amadeyî birêvebirinê ye.
Li gor malpera hikûmetî a Îranê “Pijwak”, “Dan Şabîro” Balyozê Amerîkayê li Îsraîlê roja Duşemî di rûniştina pişt deriyên daxistî li gel hejmarek berpirsên Îsraîlî de li “Tel Avîv”ê herweha gotiye ku baştir ew bû ku bernameya navikî a rejîmê di riya dîplomasî û tehrîmên abûrî hatiba çareserkirin.

Pêka hemen çavkaniyê, li gor îdiaya kanala “Du” a Îsraîlê nûçegihanek Îsraîlî yê rojnameya “Makor Rîson” kariye gotinên Balyozê Amerîka li “Tel Avîv”ê zewt bike û li televîzyona Îsraîlê de belav bike.
Televîzyona Îsraîlê gotinên han bi girîngtirîn peyam û gefa li dijî rejîma Îranê da zanîn ku berpirsek Amerîkayî bi awayek fermî bas ji êrîşa nîzamî li dijî rejîma, Îranê bike.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê