Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşangehakî xweşnivîsî li Çarînên Xeyam li bajarê Mihabadê hat vekirin

15:19 - 5 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Li bajarê Mihabadê pêşangehakî xweşnivîsî li Çarînên Xeyam bi zimanê Kurdî ji aliyê berhemên hunermendekî Kurd ve hat vekirin.
Di vê pêşangehê de 30 berhemên xweşnivîsê Kurd “Kemal Qurêşî” xistine ber dîda beşdariyê pêşangehê.
Çarînên Xeyam ji aliyê helbestvanê navdarê Kurd mamosta “Hejar” ve bi zimanê Kurdî hetiye wergirandin.
Nûçegihaniya “Îrna” bilav kir, pêşangeha xweşnivîsî a Çarînên Xeyam bi zimanê Kurdî, roja çarşemî hat vekirin û heyamê heftiyekê dom dike.
Kemal Qurêşî endamê Encumena Xweşnivîsiya Îranê ye û ewa duyemîn pêşangehe ku diveke