Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hukmê 4 sal hepsê bi ser hevwelatiyek Bokanê de hat sepandin

15:49 - 18 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Hevwelatiyek Bokanê bi tometa hevkarî tev partiyek dijberî rejîma Îranê, cezayê 4 sal hepsê bi serde hat sepandin.
Li gor rapoora nûçegihaniya “Klurdpa”, berwar 17’ê Gulana 2012’an, hevwelatiyek Kurd bi navê “Umer Mihemedzade”, xelkê bajarê Bokanê piştî gazîkirin bo dadgehê ji aliyê taya yekem a dadgeha Şoreş a bajarê Mehabadê ve, bi tawana hevkarî tev partiyek Kurdî a dijberî rejîma Îslamî a Îranê cezayê 4 salan hepsê bi ser de hat sepandin.
Li gor çavkaniyê, “Umer Mihemedzade”, heyamek berî niha ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata bajarê Bokanê ve destbiser û bi dana rehîna 30 milyon tûmenî bi awayek demkî serbest hat berdan.
Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê