Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berhema sînemarekî Kirmanşanî xelata Winîzî bi dest anî

15:50 - 8 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Fîlma “Masî û Pişîk” ji derhêneriya sînemakarê Kirmanşanî karî xelata 70’emîn festîvala fîlma Winîz bi dest bîne.


Fîlma sînemaya “Masî û Pişîk” nûtirîn fîlma “Şehram Mukrî” derhênerê Kurdî yê Kirmanşanê ku li wan axirane de dawî bi karên xwe anîbû.
Di vê pêwendiyê de nûçegihaniya “Mêhr” bilav kir, fîlma “Masî û Pişîk” yek ji 17 berhema sînemayî bû ku karî li pişka pêşperkên wê festîvalê de beşdarî bike.
Fîlma sînemaya “Masî û Pişîk” ji wênegirtina Mehmûd Kelarî wênegirê Kurd, li devera Aeqaliksarî a ser bi bajarê Reşt hatiye çêkirin.
Sînariyoya wê fîlmê ji aliyê Şehram Mukrî ve hatiye nivîsîn û çîroka girupek ji dersxwan û ciwanên zanîngehekî Îranê bo temaşevanan digêre ku serdana bakûrê Îranê dikin û bi hindek bûyerên ecêb mayî rûderû dibin.
Wênegirê fîlma Masî û pişîk piştî dawî hatina wênegirî ya fîlma sînemaya “Derbas bûyî” ji derhêneriya “Esxer Ferhadî” sînemakarê Îranî û bi dest anîna xelata Oskar a 2011, li welatê Feranse ve digere bo Îranê û dest bi wênegirtina fîlma nû a Şehram Mukrî kir.